MSF'ê li dijî êrişên dijminatiya li biyaniyan a li Efrîkaya Başûr banga lezgîn kir

Li Efrîkaya Başûr ji ber êrişên dij bi biyaniyan, bi deh hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Doktorên Sînornenas (MSF) diyar kir ku ji bo xizmetên tenduristiyê asteng nebe, dest bi destwerdana lezgîn kir.

MSF'ê ragihand ku li Efrîkaya Başûr ji ber êrişên dijminatiya li biyaniyan a ku hefteyên dawî zêde bû, wan dest bi operasyona alîkariya tibî ya lezgîn kirine.

Hate gotin, ji ber êrişên ku ji meha Hezîranê û vir ve dewam dikin bi deh hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin û di bûyeran de herî kêm çar kesan jiyana xwe ji dest dan, ziyan li gelek malan bû.

MSF'ê diyar kir ku êriş ne tenê li hemberî koçberên bê belge ne, her wiha li dijî penaber û koçberên xwedî statuya qanûnî jî têne kirin.

Hate ragihandin ku gelek kesên ji cih û warê xwe bûne neçar mane xwe li park, dêr û konsolosxaneyan bigirin û ew bi fikar in ku ji van mirovan ên bi nexweşiyên kronîk ên weke HIV, were û diyabetê, her wiha jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar bimînin.

Koordînatora Rewşa Lezgîn a MSF'ê Claire Waterhosue destnîşan kir ku hewl didin xizmeta tenduristiyê bigihînin her kesî û hişyarî da ku rewşa heyî dikare krîzeke giran a mirovî bi xwe re bîne.

Saziyê li eyaletên Gauteng, KwaZulu-Natal û Cape ya Rojava, her wiha li nuqteyên derbasbûnê yên li ser sînorê Zimbabveyê klînîkên tenduristiyê yên mobîl ava kiriye û xizmetê dide.