Meksîka ji bo 17 koçberên ji aliyê ICE ve hatin qetilkirin li DYE'yê dozê vedike

Serokdewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum ragihand ku ji bo 17 welatiyên Meksîkayê yên di dema desthilatdariya Trump de di operasyonên ICE û li binê çavan jiyana xwe ji dest dan, li DYE'yê pêvajoya hiqûqî didin destpêkirin.

Serokdewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum anî ziman ku têkildarî koçberên Meksîkayî yên ji ber operasyonên Daîreya Parastina Gumrukê û Koçberiyê ya DYE'yê (ICE) û di binê çavan de jiyana xwe ji dest dan, wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) gilî bikin.

Sheinbaum diyar kir ku ji Çileya 2025'an dema jinûve vegera Donald Trump a li Qesra Spî û vir ve 17 welatiyên Meksîkayê li navendên binçavkirinê yên ICE û di operasyonan de jiyana xwe ji dest dan. Sheinbaum ragihand ku wê têkildarî berpirsyaran li dozgeriyên eyaletê û dozgeriya federal dozê vekin. Lîdera Meksîkî bûyer weke "cînayet" û "binpêkirina mafên mirovan" pênase kir.