Koreya Bakur ragihand ku wê kapasîteya xwe ya nukleerî mezin bike

Koreya Bakur diyar kir ku wê hêza xwe ya nukleerî zêde bike, baregehên leşkerî nûjen bike û karên xwe yên îstîxbaratî jî berfireh bike.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Koreya Bakur KCNA'yê ragihand ku civîna berfirehkirî ya Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya Partiya Karker a li ser desthilatdariyê de biryar hate dayin ku kapasîteya nukleerê ya welêt ji aliyê kalîte û hejmarê ve xurtir bike.

Li gorî biryarê wê nûjenkirina baregehên leşkerî dewam bike, binesaziya teknîkî ya sîstemên şer bê nûkirin û avakirina baregehên deryayî yên nûjen bi lez bê kirin.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un di civînê de axivî û got, ewlehî û aştiya welêt tenê bi "artêşeke xurt" û bêbandorkirina gefan dikare bê parastin.

Rêveberiya Pyongyangê her wiha ragihand ku erk û wezîfeya Buroya Keşfa Giştî ya ji operasyonên têkildarî Koreya Başûr berpirsyar wê di asteke girîng de bê berfirehkirin. Pispor dibêjin, ev gav parçeyek ji feraseta ewlekariyê ya nû ye ku Koreya Bakur êdî Koreya Başûr weke "dewleteke dijmin" pênase dike.