Li Spanyayê agir bi daristanê ket: 12 kes mirin
Li herêma Endulusê ya Spanyayê, ji ber şewata li daristanê 12 kes mirin. Rayedaran diyar kirin ku hin ji qurbaniyan di hundirê wesayitan de bûn ku şewitîn. Bi sedan arkuj hewl didin şewatê vemirînin.
Li herêma Endulusê ya Spanyayê, ji ber şewata li daristanê 12 kes mirin. Rayedaran diyar kirin ku hin ji qurbaniyan di hundirê wesayitan de bûn ku şewitîn. Bi sedan arkuj hewl didin şewatê vemirînin.
Li Herêma Xweser a Endulusê ya li başûrê Spanyayê, şewata ku roja Pêncşemê li nêzî Almeriayê li daristanê destpê kir, bû sedema mirina 12 kesan.
Servîsa Rewşa Lezgîn a Endulusê beriya niha ragihandibû ku li bajarokê Los Gallardosê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniyên dawî, hejmara qurbaniyan bûye 12. Rayedaran diyar kirin ku hin ji qurbaniyan dema ku hewl didan bi wesayitê ji şewatê birevin, di hundirê wesayitên xwe de jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber şewatê gelek tax hatin valakirin. Her wiha 2 kesên ji ber şewatê birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo vemirandina şewatê nêzî 150 arkuj, pênc tankerên avê û gelek tîm wezîfeyê dikin. Tê payin ku Yekîneya Rewşa Lezgîn a Spanyayê (UME) jî ji bo herêmê bê veguhestin.
Ji ber pêla germa zêde ya li seranserê Spanyayê, li gelek herêmên Endulusê rojên dawî alarma bi rengê pirtiqalî hatibû ragihandin. Rayedaran hişyarî dan ku germa zêde rîska şewatê mezin dike.