Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê û Civata Elewiyên Şoreşger bi wesîleya salvegera 33’yan a Komkujiya Madimakê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bernameyê de 33 rewşenbîr, hunermend, nivîskar û ozanên ku 2’yê Tîrmeha 1993’yan li Otela Madimakê hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn û îşaret bi têkoşîna hevrûbûn, edalet, aştî û jiyana hevpar a gelan hate kirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku Komkujiya Madimakê roja îro hîn jî yek ji bingehê têkoşîna edalet û heqîqetê ye. Beşdaran ji xeynî qurbaniyên Madimakê, qurbaniyên komkujiyên li Kurdistanê û deverên cuda yên cîhanê qewimîne, bi bîr anî.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê Kadrî Ertugrul diyar kir ku Komkujiya Madimakê yek ji polîtîkayên dewletê ye û got, “Ev komkujî di bin kontrola dewletê de û bi fermana dewletê hatine kirin. Em gotina ‘paşverûyan pêk anî’ qebûl nakin.”
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku heta ku hevrûbûna bi komkujiyan re çênebe, berpirsyar hesab nedin û dawî li polîtîkayên bêcezatiyê neye, aştiyeke civakî ya rasteqîn pêk nayê.
Di bernameya bîranînê de bi wesîleya meha Mûharremê loqme hatin belavkirin.
Bername bi peyama “Me ji bîr nekir, efû nekir, dest jê neberda” bi dawî bû.