Alî Haydar Kaytan li Kolnê tê bîranîn
Ji bo yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê tê lidarxistin.
Ji bo yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê tê lidarxistin.
Ji bo yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê destpê kir. Merasîm li salona Saal 2000 tê lidarxistin.
Cihê ketina salonê û dik bi gulan hate xemilandin û wêneyên Rêber Apo, Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Sakîne Cansiz, Nûredîn Sofî û şehîdan hate daliqandin.
Li ser dikê sînevîzyona derbarê jiyana Alî Haydar Kaytan tê temaşekirin.
Kurdistanî û dostên wan eleqeyeke zêde nîşanî bîranînê dan.