DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

Halîde Turkoglu ku li Wanê li ser navê jinên DEM Partiyê bi jinên astengdar re civiya got: “Her pirsgirêka ku jinên astengdar dijîn, pirsgirêkeke li ser awayê birêvebirina vê welatî ye."

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Hevberdevka Komîsyona Astengdaran Hatîce Betul Çelebî, Parlamenter Gulderen Varli û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, bi dirûşma “Jinên Astengdar Jî Hene” li Wanê bi jinên astengdar re civiyan.

Halîde Turkoglu, diyar kir ku xebatên Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê hişyariyê çêdike û got ku pirsgirêkên jinên astengdar dijîn ne tenê pirsgirêkên kesane ne, bingeha xwe ji zihniyetê, cudakariyê û zayendperestiyê digire. Halîde Turkoglu got, “Pirsgirêkên jinên astengdar pirsgirêkên civakê ne. Divê em têkoşîna azadî û wekheviyê bi hev re mezin bikin û li dijî zihniyeta saxlemperest têbikoşin.”

Halîde Turkoglu got, “Dema em li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd diaxivin, em li ser pirsgirêkên jinên astengdar jî diaxivin. Jinên astengdar gelek caran nayên dîtin û jinên ku lênêrîna kesên astengdar dikin jî ji jiyana civakî dûr dikevin.”

Halîde Turkoglu, da zanîn ku cudakariya li hember kesên astengdar bi ziman dest pê dike û got ku heta ziman neguhere wekhevî pêk nayê.

Hatîce Betul Çelebî jî got: “Jinên astengdar jî hene. Em li dijî zihniyeta saxlamperest a ku me di malan de digire xwe rêxistin dikin. Divê jinên astengdar di hemû qadên jiyanê de cih bigirin.”