268 rojan di greva birçîbûnê de bû, girtî Turkoglû jiyana xwe ji dest
Girtî Gurkan Turkoglû jiyana xwe ji dest da, ku ji bo girtina girtîgehên bi "Tîpa Bîrê" di greva birçîbûnê de bû û piştî 268 rojan rakiribûn nexweşxaneyê.
Girtî Gurkan Turkoglû jiyana xwe ji dest da, ku ji bo girtina girtîgehên bi "Tîpa Bîrê" di greva birçîbûnê de bû û piştî 268 rojan rakiribûn nexweşxaneyê.
Girtiyên bi navê Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê de li dijî tecrîd û girtîgehên ku weke ‘bîrê’ tên pênasekirin tîpên YGC, Y û S'yê di nava berxwedanê de bûn. Tahsîn Sagaltici û Gurkan Turkoglu 266 roj û Huseyîn Ozen ê 57 salî jî 247 roj çalakiya birçîbûnê lidar xistibûn. Piştî 21'ê Nîsanê daxwazên wan hatibû qebûlkirin dest bi çalakiyê berda bûn.
Gurkan Turkoglû ev 3 meh bû li Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê di rewşa awarteyê de dihat dermankirin. Rewşa Gurkan Turkoglû doh giran bibû û rêveberiya girtîgehê malbata Turkoglû geriyabû û gotibû ‘werin dawiyê zarokê xwe bibînin.’
Têkildarî bûyerê Buroya Gel a Hiqûqê ser medyaya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: “Muwekilê me Gurkan Turkoglû jiyana xwe ji dest da. Girtîgehên Bîrê caneke din jî bir. Pêvojo bi mudaxeleyeke zorê hat vê rewşê. Kujerên Gurkan Turkoglû Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û desthilatdara ku Girtîgehên Bîrê înşa kirine ye. Gurkan Turkoglû nemir e.”