Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan dan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî serdegirtinên malan û binçavkirinan dan û gotin, pêdiviya vî welatî edalet û azadiyê heye.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî serdegirtinên malan û binçavkirinan dan û gotin, pêdiviya vî welatî edalet û azadiyê heye.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên X’ê derbarê binçavkirinên ji ber lutkeya NATO’yê ya li Tirkiyeyê pêk tên daxuyanî dan.
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ew bi rejîmeke ku zextê dike re rû bi rû ne û ji ber lutkeya NATO’yê zextên desthilatê li kolanan heta akademî, sahne û nûçeyan berfireh bûye. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser binçavkirina akademîsyen, siyasetmedar, komedyen Denîz Goktaş û astengkirina hesabên X’ê û malpera ajans û çapemeniya Kurdî û got: “Em li vir bang dikin, destên xwe ji ser huner, çapemenî, zanist û heqîqete bikişînin. Pêdiviya vî welatî bi zextan tune ye lê bi edalet û azadiyê heye.”
Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku ji ber lukteya NATO’yê rewşa awarte hatiye ragihandin û bi hinceta lutkeya NATO’yê welat bûye navenda binçavkirinan. Tuncer Bakirhan bal kişand ser girtin, binçavkirin û zextên li ser çapemeniya Kurdî û got: “Dev ji van zextan berdin. Pêdiviya vî welatî ne bi rewşa awarte lê bi demokrasî û aştiyê heye.”