Ji bo Eken ê PKK'yî piştî 31 salan taziye hate danîn
Ji bo Bedran Eken ê PKK'yî ku sala 1995'an li Xarpêtê di şer de şehîd bû, piştî bîranînê taziye hate danîn.
Ji bo Bedran Eken ê PKK'yî ku sala 1995'an li Xarpêtê di şer de şehîd bû, piştî bîranînê taziye hate danîn.
Rêxistina navçeya Esenler a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Bedran Eken (Baran) ê PKK'yî taziye danî ku di sala 1995'an de li Xarpêtê di şer de şehîd bû. Li avahiya partiyê her wiha bîranîn jî hate lidarxistin. Rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên gelek saziyan û welatî beşdarî bîranînê bûn.
Di bîranînê de sînevîzyonek ji bo bîranîna Bedran Eken (Baran) hate nîşandan û piştre serdanên taziyeyê hate qebûlkirin.