Îran gefê li malbatên pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane, dixwe

Îran cenazeyên pêşmergeyan radestî malbatên wan nake. Di heman demê de zextê li malbatan dike û telefonên wan jî desteser kir.

Di 2’yê Tîrmehê de PDK-Î’yê eşkere kir ku şeş pêşmergeyên bajarê navendî yê rêxistina veşartî ya partiya wan li herêma Pîranşarê di şerekî li dijî hêzên rejîma Îranê de şehîd bûne.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Rojhilatê Kurdistanê, îro malbatên şeş pêşmergeyên şehîd ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) li Pîranşarê ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ve, ji aliyê Saziya Îstîxbaratê ya bajêr ve hatine vexwendin.

Tê gotin li gel bêrêzîkirina li hemberî malbatan, bi darê zorê û gefxwarinê daxwaz ji wan hatiye kirin ku telefonên xwe radestî hêzên ewlehiyê bikin daku tê de wêneyê Elî Xameneî belav bikin.

Li gorî agahiyan tevî nerazîbûna malbatan, hêzên rejîmê telefonên endamên malbatan ji wan standine û li ser hesabên torên dîjîtal ên endamên malbatan, dest bi belavkirina wêneyê Elî Xameneî û wêneyên endamên saziyên ewlehiyê kirine.

Tê gotin heya niha jî telefonên malbatan di destê hêzên ewlehiyê dene.

Li rexa din heya niha jî rejîma Îranê cenazeyên pêşmergeyên şehîd bûne radestî malbatên wan nekirine û gef li malbatan dixwin. Hêzên rejîmê ji malbatan re dibêjin ku divê tu kes serdana wan neke û ti merasîmek ji bo wan pêşmergeyan neyê lidarxistin.