Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan têkildarî "mafê hêviyê" yê Rêber Apo ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şandin.
Fermandar Ebû Leyla ji bo serketina Şoreşa Rojava diçû her eniyê. Hêviya xwe ya heta kêliya şehadetê hil girtî, ji zarokan, gelê xwe û hevrêyên xwe re weke mîrate hişt.
Entegrasyon divê xwe bispêre normên demokratîk û li ser bingeha misogeriya destûra bingehîn a xweserî û mafên her kesî bê meşandin. Civakên ku li hemberî rejîma Esad teslîm nebûn, wê sîstemeke ji ya rejîma berê jî paşdemayî qebûl neke.
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin."
Sozdar Avesta got, "Eger ji bo çareseriya pirsgirêkê Rêbertî muxatab tê girtin, wê demê divê nêzîkatiyek li gorî wê bê nîşandan. Bi taktîkên dirêjkirina pêvajoyê û mijûlkirinê ne pêvajo bi pêş ve diçe, ne jî pirsgirêka sed salî çareser dibe."
Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe ya Têkildarî Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê li Parlamentoya Ewropayê rapora xwe ragihand. Di raporê de li ser girîngiya mafê hêviyê, perwerdehiya zimanê dayikê, beşdariya jin û civaka sivîl rawestiya.
Rêxistinên maf û hiqûqê û 10 baroyan di danezaneke ku pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin de, daxwaz kirin ku ji bo pêkanîna biryarên DMM’yê yên têkildarê Rêber Apo û girtiyên din ên di heman rewşê de pêvajoya çavdêriyê were çalakkirin.
Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Rihan Gok işaret bi binpêkirina mafê tenduristiyê, sansur û astengkirina berdana girtiyan a li girtîgehan kir û got, metirsî li ser jiyana girtiyên nexweş heye.