Hevserokên DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê' ji Konseya Ewropayê re name şandin
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan têkildarî "mafê hêviyê" yê Rêber Apo ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şandin.
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan têkildarî "mafê hêviyê" yê Rêber Apo ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şandin.
Hevserokan têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina mafê hêviyê yê Rêber Apo de ku wê hefteya were têkeve rojeva civîna Komîteya Wezîran name şandin.
Di nameyê de hat xwestin ku ji bo Rêber Apo ji biryara Pîvanên Nelson Mandela û Mafê Hêviyê yên Neteweyê Yekbûyî sûdê wergire divê ji hêla Komîteya Wezîran bi cîdî were destgirtin û di demek kurt de bi encam bike.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku ev mijara ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê ji nêzîk ve eleqedar dike, divê ji hêla Komîteya Wezîran ve bi awayekî avaker were destgirtin.