PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ragihand ku bi du mûşekên balîstîk êrîşî kampa me ya Çemşar a li nêzî Dareşkeranê hat kirin. PAK’ê diyar kir ku berî mûşek bigihêjin armanca xwe ji aliyê pergala parastina hewayê ve hatin bêbandokirin.

Piştî bi çend dronan êrişî bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê hate kirin û şûnde bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha Partiya Rojhilatên Kurdistanê hate kirin.

Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ragihand ku êrişî baregeheke wan hatiye kirin.

PAK’ê eşkere kir ku saet 08:30’î bi du mûşekên balîstîk li pey hev êrişî baregeha Çeşar Darşekeran hate kirin.

Hate ragihandin ku berî mûşek bigihêjin armanca xwe ji aliyê sîstema parastinê ya hewayê ve hatin bêbandorkirin.