Roket li gundekî Helebceyê ket
Li Helebceyê roket li malekê ket û bû sedema xisara madî.
Li Helebceyê roket li malekê ket û bû sedema xisara madî.
Li gundê Enebê yê Helebceyê doh bi şev roket li malekê ket. Ji ber bûyerê tiştek bi kesî nehat lê belê ziyana madî li malê rû da.
Hêzên ewlekariyê li malê dest bi lêkolînê kirin. Nayê zanîn bê roket a kîjan welatî ye û ber bi kîjan hedefê ve hate avêtin.