Sekreterê Giştî yê NY'yê Guterres piştî 17 salan serdana Sûriyeyê dike

Hate ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi armanca "piştgiriya" ji bo derbasbûna siyasî ya li Sûriyeyê wê vê hefteyê serdaneke fermî li vî welatî bike.

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Claudio Condone di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku Antonio Guterres li ser vexwendina hikumeta Sûriyeyê wê vê hefteyê serdana vî welatî bike.

Tê payin ku di dema serdanê de Guterres bi Serokkomarê Demkî Ahmed el Şara re hevdîtinê bike ku piştî hilweşandina Beşar Esad a Kanûna 2024'an li ser desthilatdariyê hate danîn.

WÊ BI NÛNERÊN CIVAKA SIVÎL RE BICIVE

Di bernameya Sekreterê Giştî yê NY'ê de hevdîtina bi nûnerên rêxistinên jinan, saziyên civakî yên sivîl û derdorên civakî yên cuda jî hene.

WÊ SERDANA HÊZÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YÊN LI GOLANÊ BIKE

Her wiha tê payin ku Antonio Guterres bi personelên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî re jî bicive ku ji sal a1974'an û vir ve li herêma tampon a li Girê Golanê wezîfeyê dikin.