ZANIST
Hemû Nûçe
-
Lêkolîn: Kêmtir xerckirina kaloriyê dikare jiyaneke dirêjtir û saxlemtir peyda bike
Lêkolîneke berfireh ku li DYA’yê hat kirin, derxist holê ku kêmkirina kaloriyên rojane bi rêjeya %10 heta %15, dikare pîrbûnê hêdî bike û rîska nexweşiyên kronîk kêm bike -
Zanyar li hemberî tansiyona bilind ‘çareseriya xwezayî û erzan’: Rûnê naneyê
Li gorî lêkolînek nû birêkûpêk karanîna rûnê naneyê dibe ku di daxistina tansiyona bilind de bi bandor be. -
Çay yan qehwe? Bandorên wan ên li ser tenduristiya hestûyan
Xebatên nû yên zanistî nîşan dan ku vexwarina çay û qehweyê ya bipîvan dikare rîska osteoporozê kêm bike; lê belê vexwarina qehweyê ya zêde dikare bandoreke xirab li hestûyan bike. -
Lêkolîn: Neandertal 60 hezar sal diran tedawî dikir
Li gorî lêkolînek ku nû hatî weşandin, derket holê ku Neandertal bi qasî 60 hezar sal berê ji bo dermankirina diranên rizî rêbazên kevnar lê pêşketî bi kar anîne. -
Hişê çêkirî yê Google di bin xizmeta ‘operasyonên veşartî’ yên Pentagon de ye
Pentagonê bi Google re li hev kir ku hişê çêkirî yê şîrketê Gemini di operasyonên veşartî de bi kar tîne. Biryar di nava şîrketê de bû sedemê nîqaşê. -
'Dibe ku hişê çêkirî bikeve şûna gelek karên buroyan'
Microsoft, bernameyeke veqetîna dilxwazî ya bi qasî ji sedî 7’ê xebatkaran bigire nava xwe amade dike. Ev gav, di dema ku şîrket razemeniyên xwe yên têkildarî hişê çêkirî zêde dike de hate avêtin. -
Bakteriyeke 5 hezar salî ya ku li ber antîbiyotîkên modern li ber xwe dide hate vedîtin
Li Romanyayê di nav tebeqeyeke qeşayê ya bi hezaran salî de bakteriyeke asêmayî, ji bo berxwedana antîbiyotîkê û rêyên dermankirinê yên nû yên potansiyel taybetmendiyên balkêş nîşan dan. -
Çala Reş a 13 milyar salî zanyar matmayî hişt
Çaleke Reş a ku beriya çend mehan hate tespîtkirin, bû sedem ku em agahiyên xwe yên têkildarî avabûna gerdûnê jinûve bixin ber lêpirsînê. -
Li Başûrê Kurdistanê atolyeya seramîkê ya 3 hezar salî hate peydakirin
Arkeologan li Deşta Pîşder a Başûrê Kurdistanê atolyeyeke seramîkê ya baş hatî parastin ya ji Serdema Hesin keşf kirin. Nûve nîşan didin ku hilberîna seramîkan bi pergaleke birêxistinkirî û kollektîf hatiye birêvebirin. -
Li Marsê hewzên çemên kevnar ên mezin hatin vedîtin
Her çend di roja me ya îro de Mars bêweç xuya bike jî, lêkolînên nû nîşan didin ku 3.7 mîlyar sal berê xwedî hewzên avê yên mezin bû. -
Jîrahiya Çêkirî: Angaştên Ray Kurzweil derbarê Hişê Fenomenal de pirsên sincî zêde dikin
Pêşketinên bilez ên di warê Jîrahiya Çêkirî (JÇ) de, qada feylesofiyê xistiye nava nîqaşeke kûr. Gelo makîneyên pêşketî dikarin bigihîjin Hişê Fenomenal, ango dikarin xwedî ezmûneke kirdeyî (sûbjektîf) bin? -
Projeya Mêjiyê Şîn
BBP’ê nîşan da ku mêjiyê mirov bi karanîna avahiyên tevlihev ên bi gelek dimensiyonan ango rehendan re (bi karanîna Topolojiya Cebîrî) dixebite, ku ev yek di têgihîştina tevliheviya çalakiya neuralî de şoreşek e. -
Pirsgirêka ku li Cloudflareyê rû da bû sedem ku li seranserê cîhanê bandor li sîteyên înternetê bike
Ji ber pirsgirêkek ku di şebekeya gerdunî ya di operatorên Cloudflare rû da de, li seranserê cîhanê gelek sîteyên înternetê û onlayn rawestiyan. -
CEO’yê Nvidia: Çîn wê di pêşbirka hişê çêkirî yê nifşê nû de bi serkeve
CEO’yê Nvidia Jensen Huang, got ku polîtîkayên sînordarkirinê yên DYE’yê di sektorên hişe çêkirî û çîpan de avantajek mezin didin Çînê. -
Bayê li Marsê pir ji ya ku tê texmînkirin bihêztir e
Li gorî daneyên nû yên roja Çarşemê ji aliyê Ajansa Fezayê ya Ewropayê ve hatine eşkerekirin, bayê li Marsê pir ji ya ku zanist texmîn dikin, bihêztir e. -
Zêdebûna newekheviyê zirarê dide pêşveçûna mêjiyê zarokan
Lêkolîneke nû ya ku ji aliyê zanyarên Zanîngeha King’s College London, Zanîngeha York û Zanîngeha Harvardê ve hatiye kirin, diyar dike ku newekheviyên civakî bandoreke neyînî li pêşveçûna mêjiyê zarokan û tenduristiya wan a derûnî dike. -
Îsraîlê peyka leşkerî ya nû ‘Ofek 19’ li dora cîhanê bi cih kir
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê da zanîn ku peyka çavdêriya leşkerî ya bi navê Ofek 19 ku şeva Sêşemê ji baregeha Palmachimê hate avêtin, bi awayekî serkeftî li dora cîhanê daye bicihkirin û dest bi şandina daneyan kiriye. -
Danîmarka, ji bo teşwîqkirina xwendina pirtûkan baçê radike
Wezîrê Çandê yê Danîmarkayê Jakob Engel-Schmidt ragihand ku wan pêşniyar kiriye ku ji bo zêdekirina rêjeya xwendinê, ji sedî 25 baça ji pirtûkan tê wergirtin tevahî rakin. -
Şopa teqîneke kozmîk a 13 hezar salî li binê deryayê hate dîtin
Tîmeke lêkolînê ya Zanîngeha Karolînaya Başûr a DYE’yê di bin serokatiya jeozanîst Christopher Moore dixebite ragihand ku wan delîlên nû yên ku dûvstêrkek bi qasî 12.800 sal berê di atmosferê de teqiyaye dîtine. -
Objeya navstêrî: Bi leza di saetekê de 200.000 kîlometreyî derbas bû
Objeyeke esmanî hate dîtin ku ji derveyî Pergala Rojê hatiye. Ev sêyemîn objeya navstêrî ye ku ji aliyê mirovahiyê ve hatiye tespîtkirin. Li gorî zanyaran dibe ku ev mezintirîn objeya navstêrî ya ku heya niha hatiye dîtin be. -
Li derveyî Pergala Rojê delîlên herî bihêz ên têkildarî jiyanê hatin tespîtkirin
Zanyaran ragihand ku wan li atmosfera gerstêrkeke 124 salên roniyê dûrî dinyayê nîşaneyên têkildarî jiyanê yên gelekî xurt tespît kirine. Hin zanyar jî pêşniyar dikin ku divê ev yek bi baldarî were lêkolînkirin. -
Asteroîta Bennu: Li ser koka jiyanê daneyên nû
Nimûneyên çeqel û tozê yên 120 gramî ku NASA’yê di sala 2020’an de bi amûra fezayê Osiris-Rexê kom kiribûn, di derbarê destpêka jiyanê de serbendên balkêş pêşkêş dike. -
2025: Di zanistî û teknolojiyê de gavên nû
Sala 2025'an di zanistî û teknolojiyê de dibe ku bibe saleke diyarker e. Ji sirên mejiyê mirovan heta bi sira madeya tarî bi van projeyan re tê xwestin, hem jiyana mirovan bê başkirin hem jî aliyên nayê zanîn ên gerdûnê bê keşifkirin. -
Bi vîrusê ji penceşêra sîngê rizgar bû
Vîrolog Halassy ku penceşêra sîngê lê peyda bû, bi rêya vîrusan xwe rehet kir. Her çend tedawî serketî be jî cîhana tenduristiyê vê rêbazê di çarçoveya exlaqî de nîqaş dike. -
NASA’yê qada elektrîkê ya li dora cîhanê keşif kir
Bi pêşengiya NASA’yê komeke lêkolînvanên zanyar, qada elektrîkê ku dora cîhanê tev dipêçe û hebûna wê xwe dispêre teoriya berî deh salan, hat keşifkirin.