Îsraîlê peyka leşkerî ya nû ‘Ofek 19’ li dora cîhanê bi cih kir

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê da zanîn ku peyka çavdêriya leşkerî ya bi navê Ofek 19 ku şeva Sêşemê ji baregeha Palmachimê hate avêtin, bi awayekî serkeftî li dora cîhanê daye bicihkirin û dest bi şandina daneyan kiriye.

Peyka ku bi teknolojiya radarê (SAR) hatiye techîzkirin, wê di hemû şert ûmercên hewayî de û hemû saetên rojê bikaribe dîmenan bigire. Piştî ceribandinên yekem tê payîn ku di nava sê hefteyan de dîmenan bişîne.

Peyk wê girêdayî serokatiya îstixbaratê ji aliyê ‘’Yekîneya 9900’emîn’’ ve were bikaranîn û li gel peykên beriya wê kar bike.

‘ÇAVÊ ME LI SER WE YE’

Wezîrê Parastinê Yoav Gallant ev pêngav weke ‘’serkeftineke di asta gerdûnî de’’ û ‘’peyamek ji dijminan re’’ pênase kir. Gallant got: ‘’Hemû gavan û di hemû şert û mercan de çavê me li ser we ye.’’

Serokkomar Isaac Herzog û rayedarên ewlehiyê yên pilebilind beşdarî lansmanê bûn.

Rayedaran dan zanîn ku bi taybetî jî di operasyonên dawîn ên li ser Îranê de îstixbarata peykê xwedî roleke girîng e.

Îsraîlê diyar kir ku ew ê di deh salên pêşiya me de bi milyaran şekelî razemeniyê bike û plan dike ku komstêreke peykê ya çavdêriyê bike, ava bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji ber ku avêtina peykê beriya wê nehatibû ragihandin li hin herêmên welêt di nava welatiyên sivîl de panîk çêbû; sivîlan zen kirin ku êrîşeke moşekan pêk hatiye.