Di doza Dîlovasiyê de nerazîbûna malbatê: Wê doza me heya dawiyê dewam bike

Malbat û parêzeran beriya rûniştina sêyemîn a doza têkildarî komkujiya li kargeha bi navê Ravive Kozmetîk a li navçeya Dîlovasi ya Kocaleliyê ku di encamê de 3 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyek dan.

Parêzer, sendîka û nûnerên rêxistinên jinan û malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane beriya rûniştina sêyemîn a doza têkildarî komkujiya li kargeha bi navê Ravive Kozmetîk a li navçeya Dîlovasi ya Kocaleliyê ku di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya Girtîgeha Kocaeliyê hatin li ba hev.

Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa; ‘’Hemû kesan dît lê belê tu kesî mudaxele nekir, nekontrol, xemsarî, mirin komkujî’’ hate hilgirtin û dirûşmeyên ‘’Ne qeza cînayet, wê hesabê wê were pirsîn’’ û ‘’Em ê bi têkoşînê ser bikevin’’ hatin berzkirin.

Serokê Baroya Kocaeliyê Kadîr Caner Karakadilar diyar kir ku tevahiya kesên di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dane bê sîgorta bûne, ji bo yewmiyeya roja dihatin xebitandin û ev yek anîn ziman: ‘’Ev şert û mercên xebitandinê rûmeta mirovahiyê biçûk dixin. Ev doz bes ne dozeke ku wê berpirsiyar werin darizandin, di heman demê de dozeke wisa ye ku divê wijdana kamûyê jî were pirsîn.’’

Ji parêzerên dosyayê Mursel Under jî diyar kir ku rûniştina sêyemîn xwedî girîngiyeke mezin e û îfade kir ku biryara girtinê ya derbarê erkdarên kamûyê de hatiye dayîn, encama Nobeta Edaletê ye ku ji aliyê malbatan ve hate domandin.

Mursel Under tehliyekirina du kesên ku di rûniştina din de îmzeyên wan hebûn rexne kir û got: ‘’Tehliyekirina kesên ku bi sûcê bûyîna sedema mirin û birîndarbûnê ya bi zanebûnî dihatin darizandin, biryareke şaş e. Ne pêkan e ku en vê helwesta heyeta dadgehê qebûl bikin. Têkoşîna me wê heya dawiyê berdewam bike.’’

Piştî daxuyaniyê malbat û parêzer derbasî eywana rûniştinê bûn.