Endamê Malbatên TAYAD'î Hasan Basrî Yildiz ku ji sedî 97 rapora wî ya astengdariya dîtinê heye, bi hinceta ku li ber şopandina bi kamerayê ya 7/24 a li koxûşên Girtîgeha bi Tîpa L a Hejmara 6'emîn a Marmarayê ya li Sîlîvriyê li hucreyê hate tecrîdkirin, 65 roj in berxwedana xwe ya greva birçîbûnê dewam dike. Xwişka wî Nûrhan Yildiz Tataroglû anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya kekê wê nebaş dibe û li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Tataroglû bi bîr xist ku kekê wê bi hinceta ku mercên tecrîda li dijî mirovahiyê yên li girtîgehên bi tîpa bîrê bi daxuyaniyên çapemeniyê teşhîr kir hate girtin û niha li Girtîgeha Marmarayê di nava heman mercî de tê ragirtin.
Tataroglû ragihand ku kekê wê bi hinceta ku kameraya 7 roj 24 saetan koxûşa lê dimînin dişopîne li gel hevalên xwe girt, li heman girtîgehê li hucreya tecrîdê hate bicihkirin û got, "Kekê min ji meha Adarê û vir ve li gel kedkarê Grûp Yorûmê Rezzan Şengul li hucreya tecrîdê tê ragirtin. Ev der hucreyeke teng a ji 8 metreçargoşeyî ye. Kekê min ji ber ku çavên wî nabîne li wê qada teng timî li deverekê dikeve. Herî dawî serê xwe li dolabê xist. Ji ber ku deriyê mutbexê yê li qada hevpar a li dawiya hucreyan ji aliyê gardiyanan ve nayê vekirin, neçar dimînin ku firaxên xwe li lawaboya tiwaletê bişon. Mafê xwe yê derketina hewşê ji bo wergirtina hewayê tenê 2 saetan dikarin bi kar bînin. Kekê min û hevalên wî li dijî vê tecrîda li wan tê ferzkirin di 18'ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin."
Tataroglû anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya kekê wê ku greva birçîbûnê ketiye roja 65'an nebaş dibe, bi zehmetî li ser piyan disekine, devê wî birîn bûye, bedena wî dicirife û çavên wî yên nabîne di ser re katarakt bûye. Tataroglû diyar kir ku li gel birîna di devê kekê wê û hevalên wî de rêveberiya girtîgehê şekirê ku karibe bi hêsanî daqurtînin nade û got, "Ev yek faşîzm e, navekî din ê vê yekê nîne."
Tataroglû ragihand ku mercên Girtîgeha bi Hejmara 6'an a Marmarayê ya ku kekê wê û hevalên wî lê têne ragirtin ji girtîgehên bi tîpa bîrê cudatir nîne û destnîşan kir ku yên li ber girtîgehên bi tîpa bîrê rabûn niha li heman êşkenceyê rast tên. Tataroglû diyar kir ku rûniştina dadgehê ya kekê wê di 3'ê Îlona 2026'an de ye û got, "Ez li Îzmîrê dimînim, her hefte nikarim biçim serdana kekê xwe û êdî ji tirsê wêdetir bêhn li me diçike ji ber fikaran. Herî dawî Gurkan Turkoglû jiyana xwe ji dest da ku ji bo ji girtîgeha bi tîpa bîrê bê veguhestin ketibû greva birçîbûnê. Em ditirsin ku heman aqûbet bê serê kekê min û hevalên wî."