Akademîsyen û zanyarê siyasetê Prof. Dr. Dogû Ergîl bandora bûyerên li herêmê li ser Tirkiyeyê, tercîhên polîtîkaya derve, rewşa Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê, stratejiyên wê yên leşkerî û nîqaşên li ser 'Qanûna Çarçoveyê' ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ji ANF'ê re nirxand.
Prof. Dr. Dogû Ergîl anî ziman ku tora Îranê ya li herêmê û hevalbendên wê yên jêr dewletê di asteke mezin de hatine bêbandorkirin û ragihand ku vê rewşê hevsengiyên hêzê yên li herêmê hejandiye. Ergîl diyar kir ku hêz û derdorên gefê li Îsraîlê dixwin ji Îranê heta bi Iraq, Sûriye û Lubnanê hatin tasfiyekirin û got, vê rewşê êrişkarî û bandora Îsraîlê zêde kir, Tirkiye û Îsraîl gav bi gav kirin hevrikekî stratejî.
Ergîl anî ziman ku li Sûriyeyê dewlet hilweşiya ye, avaniya nû ya li şûna wê bê avakirin hîn nediyar e û bi bîrxistina civîna dawî ıya NATO'yê ya li Enqereyê re ev tespît kir:
"Hebûna leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Ewropayê û li nava NATO'yê kêm bû û hate rojevê ku Ewropa karê parastinê bigire ser xwe. Lê belê ji ber kêmaniyên Ewropayê yên di vê mijarê de Tirkiye kete dewrê û asteke hîn bi bandor û xurt bi dest xist. Li Sûriyeyê destpêkê gotinên 'fetih-serketinê' bi kar anî. Piştî van gavên nepêwîst di ser rejîma ava dibe re hewl da paşeroja Tirkiyeyê diyar bike. Di vir de heta astekê bi bandor bû lê belê bandora wê ya esasî astengkirina xweserîbûna Kurdan a li wê derê bû, ne ku her gotina xwe bi Şamê bide kirin."
'TIRKIYE HER TIM KURDAN WEKE GEFEKÊ DIBÎNE'
Ergîl nêzîkatiya dîrokî ya Tirkiyeyê ya li meseleya Kurd nirxand û anî ziman ku dewlet vê mijarê timî weke gefekê dibîne. Ergîl diyar kir ku stratejiya parastinê ya Tirkiyeyê hemû li ser wê yekê ava bû ku Kurdan li dijî yekîtiya neteweyî û yekparebûna welêt weke gefekê dît û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Gelo ev rast bû? Bêguman na. Lê mixabin bi vî rengî bû û heta niha asteng kir ku xweseriyeke Kurdan a li Sûriyeyê di Sûriyeya nû de bi bandor nebe. Ev rewş çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê jî dereng dixîne. Ev têgihişt hîn ji aliyê hikumetê ve tê dewamkirin. Ji ber bandora hikumetê ya li qada medya û çandê, di nava gelê Tirkiyeyê de jî fikrekî bi vî rengî afirî."
'JI BO AŞTIYÊ DEMEK JI VÊ GUNCAWTIR NABE'
Ergîl bal kişand ser firsendên dema heyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û destnîşan kir ku divê dest ji nêzîkatiya ku Kurdan weke metirsiyekê dibîne bê berdan. Ergîl diyar kir ku helwesta Rêber Apo ya têkildarî pêvajoyê divê weke nêzîkatiyeke ji bo lêgerîna çareseriyê bê dîtin û got, vê rewşê ji bo Tirkiyeyê firsendeke girîng afirandiye.
Prof. Dr. Ergîl got, "Eger bi rastî jî Tirkiye dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê êdî Kurdan weke gef û metirsiyekê nebîne. Dema herî musaît a ku Kurd di vê mijarê de dikare Tirkiyeyê qanih bike ev dem e. Helwesta ku Abdullah Ocalan heta niha daniye holê ji aliyê hin derdorên Kurd ve bi rengekî cuda bê nirxandin jî ji aliyê afirandina feraseteke hevpar a kuk pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê çareser bike, ji vê demê bêhtir demeke guncaw nîne. Lê belê hikumeta Tirk hîn li ber radibe."
'KONSEPTA EWLEKARÎPEREST PÊŞÎ LI DEMOKRASIYÊ DIGIRE'
Ergîl anî ziman ku nêrîna ewlekarîperest krîzan bi xwe re tîne û got, "Nêzî çil sal in di hemû lêkolîn, pirtûk û nivîsên xwe de min hewl da vê yekê bibêjim, lê belê zêde neguherî. Tirkiye hîn jî weke meseleyeke ewlekariyê li vî karî dinihêre. Çima lê dinihêre? Ji ber ku baweriyê bi Kurdan nîne, ji ber ku naxwaze saziyên qewîn ava bike, naxwaze demokrasiyê ava bike, naxwaze li ser demokrasiyê aştiyê û civaka muzakereyê biafirîne. Ji xwe re kiriye rêbazek ku hemû komên li welêt pirsgirêkan derdixîne bêdeng bike û aliyên ku dûrî lihevkirinê dibîne beralî bike. Ev nêzîkatî pêşî li demokrasiyê û çandeke aştiyê ya ku xwe dispêre lihevkirinê digire."
Dogû Ergîl destnîşan kir ku girîngiya stratejîk a welatekî tenê bi kapasîteya leşkerî nikare bê parastin, ji bo vê pêwîstî bi saziyên cihê baweriyê û rewatiya demokratîk heye.
Ergîl bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê û nakokiyên di polîtîkayên parastinê de û ev nirxandin kir, "Em duyemîn artêşa herî qelebalix a NATO'yê ne, lê belê heta em nizanin bê hêza şer a Hêzên Hewayî çiqas e. Bi eşkere nayê nivîsandin û nîqaşkirin bê baregehên li derveyî sînor ji bilî zexta li ser tevgera Kurd a li Iraq û Sûriyeyê bi Tİrkiyeyê çi dane qezençkirin."
'JI BO AŞTIYA MAYINDE PÊWÎSTÎ BI VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK HEYE'
Prof. Dr. Dogû Ergîl anî ziman ku rola Tirkiyeyê ya herêmî, polîtîkayên wê yên ewlekariyê û nîqaşên li ser rewatiya demokratîk yekser bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve eleqedar e û destnîşan kir ku bidawîbûna şer û çareseriya pirsgirêkê heman tişt nîne. Ergîl ragihand ku ji bo aştiyeke mayinde bêdengbûna çekan tenê têrê nake û got, divê gavên demokratîk, hiqûqî û siyasî bêne avêtin.
Têkildarî gavên ji bo çareseriyê bêne avêtin Ergîl ev nirxandin kir: "Bêdengbûna çekan têrê nake; divê nasname bê naskirin, hemû kiryarên cihê gilî û gazinan bêne terikandin. Divê dawî li pêkanîna qeyûm a li ser îradeya gel a rêveberiyên herêmî bê anîn. Zextên li ser ziman û çandê divê ji holê bêne rakirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi îradeya siyasî, biryara hevpar û qanûnîbûna van hemûyan heye. Şert e ku qanûn jî bi cih bêne anîn."
Li ser qanûna çarçoveyê ya ku tê nîqaşkirin jî Ergîl anî ziman ku divê qanûn teng û sererastkirineke demkî nebe û got, "Qanûnên ku bêne derxistin divê gelekî hesas bin. Divê ev qanûn tevgîr bin. Ne qanûnên welê bi tirs be ku qîma bi kêmaniyê tîne. Divê biryarên li ser tirs û gumanan neyê wergirtin."
Prof. Dr. Dogû Ergîl anî ziman ku înîsiyatîfên civakî jî di vê mijarê de hişyariyan didin û got, divê qanûna çarçoveyê bi feraseteke welê bê amadekirin ku tevahiya Tirkiyeyê hembêz bike.