Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Fîskayayê rastî êrîşa çekdarî hat û du xebatkarên şaredariyê birîndar bûn. DEM Partî ya Amedê ragihand ku ew ê derbarê êrîşê de daxuyaniyê bidin.

Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li Terasa Fîskaya ye rastî êrîşa çekdarî hat. Di êrîşê de du xebatkarên şaredariyê yên ku li tesîsê dixebitin birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, êrîş di saetên êvarê de ji aliyê kes an jî kesên çekdar ve hat kirin. Di encama gulebaranê de, xebatkarek şaredariyê ji destê xwe û yê din jî ji lingê birîndar bû.

Ekîbên tenduristiyê piştî êrîşê çûn cihê bûyerê, li wir mudaxeleyî birîndaran kirin û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Derbarê tenduristiya birîndaran de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Ji bo girtina kes an jî kesên êrîş pêkanîne lêpirsîn û lêgerîn hat destpêkirin.

Her wiha Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê ragihand ku ew ê sibê saet 13:00’an li Terasa Fîskayayê ku bûyer lê qewimî daxuyaniya çapemeniyê bidin.