TEV ÇAND Ewropa: Şehîd Serhad li dijî asîmîlasyonê têkoşerekî mînak bû

TEV ÇAND Ewropa şehîd Serhad bi bîr anî û got: “Hevalê me Serhat di rûyê bayê asîmîlasyonê de bû bahozeke şoreşgerî û bû nimûneyek li dijî siyaseta bêçarehiştina ciwanê Kurd.”

 

TEV ÇAND Ewropa bi boneya 27’emîn salvegera şehadeta şehîd Serhad (Suleyman Alpdogan) daxuyaniyeke nivîskî da. Tev Çand Ewropa şehîd Serhed û hemû şehîdên eniya çandê û şehîdên doza azadiyê bi bîr anî.

Di daxuyaniya TEV ÇAND Ewropa de ev tişt hatin parvekirin: 

“Carna çare ji bêçarehiştinê diafire , dibe kulmek û li rûyê zilmê dikeve.

Faşîzma 12’ê Îlonê mîna leheyeke har a asîmîlasyonê civaka Kurd dabû ber xwe û bi taybet jî ciwanê wê demê. Ne tenê bi tirs, çavsorî û terorê ,di heman demê de bi riya çand, spor û hunerê ciwan ji civakê dûr dixistin, çanda wan a resen li ber çavên wan reş dikirin û ew di nava babîsokên çandeke nenas û çêkirî de gêj dikirin. Bi vî awayî wan ji malbat, civak û rihê neteweyî dûrdixistin. Çandeke qederreşî, bêçarebûn li ser wan dihate ferzkirin. Ev yek bi taybet bi riya zarokê nûhatî yên Kurd ên xwedî dengên xweş belav dikir.

Bi vê yekê faşîzmê hem stranên Kurdî dugherandin Tirkî, bi peyvên bê wate ew ji navrokên wan vala dikirin, hem ciwan ji Kurdî dûrdixistin û hem jî civak bi giştî dida ber xwe.

Aha di demek wiha de şehîd Serhad giha û ket ber bayê vê asîmîlasyona giran. Di zaroktiya wî de navek jî lêkirin “Murat Esen” û albûm jî jê re çêkirin.

Incex tekoşîna azadiyê ji asîmîlasyonê xurttir bû û Suleyman ê ciwan li şûna MURAT, navê SERHAD hilbijart bû kulmek û li rûyê asîmîlasyonê ket.

Heval Serhad di geşbûna Serhildanên 90’î de li Îzmîrê di dema xwendina konservatuarê de têkoşîn nas kir û di demeke kin de bi hevjîna xwe re her tişt li pey xwe hiştin û tevlî refên şoreşê bûn.

Şehîd Serhad piştî ku demeke kin li Rojhilata Navîn dimîne, ji bo xebatên çand û hunerê hate Ewropayê. Di sala 1996’an careke din vegeriya welat, demekê li Suleymaniyê di nava xebatên hunerî de ma û piştre hilkişiya çiyayên azad. Di encama kemîneke bêbext de , bi birîndarî dikeve destê hêzên dagirker û 22’ê Tîrmeha 1999’an gihîşt şehadetê.

Bi vî awayî hevalê me Serhat di rûyê bayê asîmîlasyonê de bû bahozeke şoreşgerî, ne tenê xwe rizgar kir ew bû nimûneyek li dijî siyaseta bêçarehiştina ciwanê Kurd.

Bi staylê xwe yê taybet bû dibistaneke sazê, bi sedan ciwanên Kurd bêyî şehîd Serhad bibînin bûn şagirtên vê ekola hunerî.

Di vê dema girîng de têkoşîna şehîd Serhad û hemû şehîdan riya me ji bo avakirina civaka demokratik û azad ronî bike.”