Andy Burnham bi fermî bû Serokwezîrê Îngilistanê
Andy Burnham ku ji bo lîderiya Partiya Karker hat hilbijartin, piştî ku Qral Charles ê 3'yemîn erka avakirina hikumetê da wî, bû serokwezîrê heftemîn ê 10 salên dawî yê Îngilistanê.
Andy Burnham ku ji bo lîderiya Partiya Karker hat hilbijartin, piştî ku Qral Charles ê 3'yemîn erka avakirina hikumetê da wî, bû serokwezîrê heftemîn ê 10 salên dawî yê Îngilistanê.
Lîderê nû yê Partiya Karker Andy Burnham piştî ku ji aliyê Qral Charles ê 3'yemîn ve ji bo avakirina hikumetê hate wezîfedarkirin, bû Serokwezîrê Qraliyeta Yekbûyî. Piştî ku Keir Starmer ji wezîfeyê dûr ket, Burnham weke serokwezîrê heftemîn ê welêt ê 10 salên dawî dest bi wezîfeyê kir.
Li Qraliyeta Yekbûyî li gorî sîstema parlamenteriyê Serokwezîr ne yekser ji aliyê gel ve lê weke lîderê partiya li desthilatdariyê dest bi wezîfeyê dike. Ji ber vê yekê guhertina lîder li partiya desthilatdariyê, dike ku bêyî hilbijartina giştî pêk were guhertina serokwezîr bê kirin.
Burnham ku salên dûr û dirêj wezîfeya Şaredariya Bajarê Mezin ê Manchesterê kir û weke "Qralê Bakur" dihate naskirin, beriya niha di hikumetên Partiya Karker de wezîrtî kiribû. Di kariyeta xwe ya siyasî de destnîşan kir ku razemeniyên aboriyê û çavkaniyên cemaweriyê divê ne tenê ji bo Londonê, ji bo hemû herêmên welêt bê kirin.
'EM Ê BRÎTANYAYÊ JINÛVE AVA BIKIN'
Burnham dema ku dest bi wezîfeyê kir anî ziman ku pêwîstiya welêt ne tenê bi serokwezîrekî nû heye, di heman demê de ji jinûve avabûneke berfireh heye û tê payin ku bernameyek li ser jinûve geşkirina aboriyê û xurtkirina xizmetên cemaweriyê eşkere bike.
EZMÛNA DESTPÊKÊ YA POLÎTÎKAYA DERVE: TRUMP
Yek ji sernavên herî girîng ê polîtîkaya derve ya ku Burnham lê rast bê, wê têkiliya bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump be. Trump beriya niha ji bo Burnham gotibû "Yekî gelekî lîberal". Burnham jî Trump rexne kiribû û diyar kiribû ku divê siyaseta dijberîkirinê ya li DYE'yê negihêje Îngilistanê.