BI DÎMEN

Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li Berlînê bi meşekî hat pîrozkirin

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya rêxistinên ciwanan bi meşekî 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin. Di daxuyaniyan de îşaret bi girîngiya Şoreşa Rojava ya ji bo azadiya jinê û veguherîna civakî kirin.

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanya Berlînê, bi wesîleya 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê meşiyan.

Meş bi pêşengiya Komuna Ciwanan a Berlînê, Yekîtiya Xwendekaran a Berlînê, Ciwanên Demokraîtk a Berlînê û rêxistinên Jinên Demokratîk ên Berlînê, li Harmannplatzê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê, ji aliyê Yekîtiya Xwendekaran a Berlînê ve daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, di 14 salên dawî de rastî êrîşan hat, lê bi berxwedan, piştevanî û fedakariyan li ser lingan ma. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêşengiya jinan yek ji dînamîkên bingehîn ê şoreşê ye.

Di tevahiya meşê de, alên YPJ û YPG’ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Berxwedan Jiyan e" û "Bijî Berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

Di dema meşê de li ser navê Komuna Ciwanan a Berlînê axaftinek hat kirin. Endamê komunê diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê destpê kir û li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû û bi taybet di ji nû ve avakirina cihê jinana a di jiyana civakî de xala werçerxê ya dîrokî ye.

Di axaftinê de hate destnîşankirin ku bi awayekî wekhev cihgirtina jinan ji perwerdehiyê heta siyasetê, ji aboriyê heya jiyana civakî, di hemû qadan de, yek ji şertên bingehîn ên aştiyeke mayînde û demokratîk e û hate gotin ku parastina mafên ku jinan bi têkoşînê bi dest xistiye, berpirsiyariyeke hevpar e.

Meş li Oranienplatzê bi gerandina govendê bi dawî bû.