Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê: Ji bo aştiyê divê qenalên diyalogê vekirî bêne hiştin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê ji bo aştiya mayinde bang kir ku qenalên diyalogê vekirî bêne hiştin û li şûna tecrîdê rêgezên gerdûnî yên hiqûqî bêne bikaranîn.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê bi dirûşma "Em aştiyê diparêzin, xwedî li pêvajoyê derdikevin" li Cemiyeta Rojnamevanan a Mersînê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de pankarta bi nivîsa "Em aştiyê diparêzin, xwedî li pêvajoyê derdikevin. Aştî nebe ked û demokrasî nabe" hate hildan.

Bi navê platformê Sekreterê Şaxê Mersînê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Bariş Keskînkiliç daxuyanî da û destnîşan kir ku aştî tenê bi tevkariya çêker a hemû aliyan mayinde dibe.

Keskînkiliç got, "Ji bo axaftin li ser aştiyê bê kirin divê dengê muxataban bê bihîstin, rêyên diyalogê vekirî bêne hiştin û li şûna polîtîkayên tecrîdê rêgeşên gerdûnî yên hiqûqê bêne bikaranîn."

Platformê ev daxwaz kir:

"* Sererastkirineke qanûnî bê kirin ku girtiyên siyasî hemû azad bibin.

* Paşerojeke bi ewle û pergala civakeke demokratîk tenê bi rûbirûbûna rabirdûyê, heqîqet û pêvajoyên sererastkirinê dibe. Lewma divê Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan bê avakirin.

* Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bêne anîn.

* Dawî li pergala qeyûman bê anîn, şaredarên hilbijartî yên qeyûm li şûna wan hatiye danîn li wezîfeya xwe bêne vegerandin.

* Girtiyên nexweş tavilê bêne berdan.

* Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ku berdana girtiyan bi kêfî asteng dike, ji holê bêne rakirin.

* Dest ji destdirêjiya dadgeriyê ya li hemberî şaredar, aktorên siyasî, rojnamevan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bê berdan û darizandina negirtî di hemû pêvajoyên darizandinê de esas bê wergirtin.

* Karmend û karkerên ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de ji kar hatine dûrxistin li wezîfeya xwe vegerin.

* Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) û TCK û mewzûatên pêwendîdar li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn jinûve bêne sererastkirin."