Li Zurihê Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li kantona Zurih a Swîsreyê, bi pêşengiya PYD’ê 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de banga yekîtiya neteweyî hat kirin.
Li kantona Zurih a Swîsreyê, bi pêşengiya PYD’ê 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de banga yekîtiya neteweyî hat kirin.
Li kantona Zurih a Swîsreyê, bi pêşengiya PYD’ê bi boneya 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîrozbahî hate lidarxistin. Gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de destkeftiyên Şoreşa Rojava û girîngiya neteweyî ya Kurdan derket pêş.
Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre, li ser navê PYD’ê Alî Omer, li ser navê CDK-S’ê Alî Şîmşek, li ser navê Tevgera Xebatê Kurdistan ya Rojhilat Azad Xebat, li ser navê PJAK’ê Hekîm Hatukî, li ser navê Akademiya Jineoojiyê Necîbe Qeredaxî, nûnerê YNK’ê yê Swîsreyê Hecî Rizayar û hunermend Şengul Aslan axivîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê geşedanekî bi Rojava re sînordar e, xala werçerxê yê dîrokî ye ku tevahî Kurdistanê û gelê Kurd eleqeder dike. Hate gotin ku pêvajoya şoreşê ya li Rojava destpê kir, îlhamê daye parçeyên din ên Kurdistanê jî û hate destnîşankirin ku parastin û pêşxistina destkeftiyên hatine bidestxistin berpirsyarekî neteweyî ya hevpar e.
Axaftvanan ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya Kurd û tavile kombûna kongreya neteweyî, bang kirin. Êrîşên li ser Rojava û Rojhilat ên di demên dawî de hatin şermezarkirin û îşaret bi girîngiya piştevaniya ji bo têkoşîna demokratîk a li Rojhilat hate kirin.
Çalakî piştî axaftinan, bi stranên komên muzîkê yên ji Rojava û Rojhilat dewam kir. Pîrozbahî piştî stranên hunermend Şengul Aslan, bi gerandina govendê û peyamên xwedîderketina destkeftiyên Şoreşa Rojava û mezinkirina piştevaniya neteweyî bi dawî bû.