BI DÎMEN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Brukselê hate pîrozkirin

Bi boneya 14’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava, li navenda xweseriya Rojava ya li Brukselê merasîmeke bi beşdariya zêde ya Kurdistaniyan hate lidarxistin.

Li paytexta Belçîka Brukselê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin. Merasîm bi yek deqe rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî vê Nûnerê Karên Dervê yên dîplomasiyê ya PYD’ê Fuat Emer axaftin kir, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Şoreşa Rojava, rewşa niha ya li her çar parçeyên Kurdistanê û pêwîstiya yekîtiya neteweyî. Wî got ku şoreşa Rojava deriyekî nû ji bo azadiya gelê Kurd vekiriye û divê ev destkeftî were parastin.

Piştre Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Endamê KNK’ê Zubeyir Aydar axaftin kir û wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke dîrokî ye ku ne tenê li Rojava, lê li ser asta cîhanî bandor kiriye. Şoreşa Rojava şoreşeke cîhanî ye. Ev şoreş bi saya berxwedana gelê me ya li hemberî DAÎŞ’ê û dagirkeran derketiye holê. Em ê her tim li ser xeta şoreşê rawestin û wê biparêzin.”

Aydar bi tundî gefên dewleta Tirk ên li ser Rojava rexne kir û got ku Tirkiye bi hemû awayî dixwaze destkeftiyên Kurdan têk bibe. Wî bang kir ku li Başûrê Kurdistanê jî divê hişyarî hebe û gefên li ser herêmên weke Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Xanêqîn bên dîtin. Aydar her wiha li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî axivî û got ku rejîma Îranê jî bi heman polîtîkayan zextê li ser gelê Kurd dimeşîne. Aydar wiha bilêv kir: “Heger em bikaribin li Bakurê Kurdistanê vetoya Tirkiyê ya li ser tevayî Kurdistanê rabikin û rêyeke çareseriyê peyda bikin, ev dikare bandoriyeke xwe ya pir baş ji bo gelê Kurd li her çar hêlên Kurdistanê ava bike. Pêvajoyeke danûstandinan heye, lê tenê şerê çekdarî hatiye rawestandin, tevayî kar û xebatên me ji berê bihêztir berdewam dikin. Raste li derxistina hin qanûnan danûstandin û hevdîtinên berfireh hene, lê em tev dizanin ku pirsgirêka Kurd bi qanûneke demkî yan sist nayê çareserkirin. Lê ev dikare bibe rênîşanderek û rêyeke nû vebike. Divê Kurd li her çar parçeyan yekîtiya xwe xurt bikin û bi hev re tevbigerin. Ev avakirina dîrokeke nû ye, bi vê zanebûnê divê em şehîdên xwe her tim bi bîr bînin. Ew bûne sedema vê roja me. Em ê bi yekîtiyê, bi berxwedanê û bi ruhê 19’ê Tîrmehê ber bi azadiya neteweyî ve biçin.”

Piştî axaftinan peyamên hin partiyên siyasî yên ji Rojava hatin dayîn. Di van peyaman de tekezî li ser parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, yekîtiya neteweyî û berxwedana li hemberî dagirkeriyê hate kirin.

Di berdewamiya bîranînê de, hunermend Xelîl Xemgîn û hunermend Dilovan derketin ser dikê. Bi axaftinên xwe yên germ û bi stranan, merasîma ku seet 18:00'an destpê kiribû piştî stranên hunermend Dilovan, bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.