ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Prof. Dr. Dogû Ergîl anî ziman ku aştiya mayinde tenê bi bidawîkirina şer nabe û destnîşan kir ku divê qanûneke çarçoveyê bê derxistin ku tevgîr be û nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike.
Desthilatdariya AKP'ê di nava 24 salan de polîtîkayeke êrişê ya bi rêk û pêk a li dijî mafên jinan meşand. Ev polîtîka ne tenê vekişandina serererastkirinên qanûnî bû; her wiha têgihiştina civakî afirand û têkildarî kuştina jinê çanda necezarkirinê kûr kir.
Teqînên 14’ê Tebaxa 2007’an zemîna wê fermanê bi xwînê mohr kir, ya ku bi salan bi rêya Madeya 140’an û polîtîkayên komelgehkirinê hatibû amadekirin. Ew teqîn fermaneke biçûk bû ku rê li ber fermaneke mezin vedikir.
Hasan Basrî Yildiz ê ji sedî 97 çavên wî nabîne, li dijî tecrîda li Girtîgeha bi Tîpa L a Hejmara 6'emîn a Marmarayê 65 roj in di greva birçîbûnê de ye. Xwişka wî Nûrhan Tataroglû got, hewl tê dayin ku kekê wê bê kuştin.