BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê di hefteya 734’an de ye: Şertê sereke yê pêvajoyê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye

"Nobeta Azadiyê" ya ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di hefteya 734’an de ye. Endamên DKTM’ê yên ji Evry a Parîsê hatin, nobeta vê hefteyê dewr girtin. Yilmaz Ceylan got, "Şertê sereke y

"Nobeta Azadiyê" ya ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 25'ê Hezîrana 2012'an de hatiye destpêkirin, di hefteya 734’an de ye.

Nobeta ku li herêma saziyên Ewropayê bênavber berdewam dike, her hefte ji aliyê Kurd û dostên wan ên ji bajarên cuda yên Ewropayê ve dewr tê girtin.

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a Evry a paytexta Fransa Parîsê nobeta vê hefteyê dewr girtin. Berdevkê komê Yilmaz Ceylan, Şehmus Seven, Ulku Oguz û Cevdet Gul di nava komê de cih girtin.

Li ser navê komê Yilmaz Ceylan axivî û diyar kir ku armanca nobeta ku ji sala 2012’an vir ve li ber Parlamentoya Ewropayê tê lidarxistin ew e tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî ya Rêber Apo bê mîsogerkirin. Yilmaz ji ber ku xebatkarên çapemeniyê dengê wan digihînin her derê spasiya wan kir.

Ceylan diyar kir ku perspektîfa siyasî ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, gelê Kurd veguheriye têgihîştinek demokratîk û jiyana hevpar. Ceylan anî ziman ku banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk destpêka pêvajoyek nû ye.

Ceylan got, “Ji bo avakirina aştî û civata demokratîk a di navbera Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de li ser bingehek saxlem bimeşe divê demildest azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin.”

Ceylan wiha bang li welatên Yekîtiya Ewropayê, rêxistinên navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir: “Şertê sereke yê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Dilsozî û hesasiyeta me ya derbarê aştiyê de li holê ye. Dîlgirtina Rêbertiya me dîlgirtina gelê Kurd e. Di çavê gelê Kurd de şertê sereke ya aştiyê mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Çarenûsa gelê Kurd bi çarenûsa Rêbertiyê ve girêdayî ye. Divê êdî daxwazên me bi tevahî werin bicihanîn."