KCDK-E’yê banga beşdarbûna meşa girseyî ya li dijî Peymana Lozanê kir

KCDK-E’yê bi boneya salvegera 103’yemîn a Peymana Lozanê ya ku “Qirkirina Kurdan da destpêkirin” banga “bi ruhê neteweyî” beşdarî meşa girseyî ya 25’ê Tîrmehê roja Şemiyê li Lozanê were lidarxistin bibin, kir.

KCDK-E’yê di daxuyaniya nivîskî de got, "Peymana Lozanê ya ku di navbera Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin, werçerxa dîrokî ya ku rê li ber qirkirina Kurdan vekir û wê fermî kir."

Daxuyanî wiha berdewam kir: "Lozan destwerdaneke neteweyî ye ku ne tenê gelê Kurd, tevahiya Rojhilata Navîn kişand nav pêvajoyek şer û qeyrana ku hîn jî ji nikarin ji nav derkevin. Sînorên ku berê bi rastekê hatibû xêzkirin em îro dib,nin ku di serî de li Îranê û şerê ku xwe dispêre pergala netewe-dewletê yek bi yek dihiweşe. Hişmendiya netewe-dewleta tekparêzî û polîtîkayên berjewendiyên kapîtalîst ên ku îradeya gel tine dihesibînin, herêmê di nava şer, wêranî û bêaramiyê de dihêlin.

Em wekî Kurdên ku li Rojhilata Navîn dijîn, net tenê ji bo gelê me, ji bo hemû gel, bawerî, ziman û çandên ku em bi hev re dijîn pêşerojeke demokratîk, azad û wekhev diparêzin. Em ne şer aştiyê, ne mirinê jiyanê, ne înkarê xwişk-biratiya gelan esas digirin û dixwazin sedsalek nû ava bikin.

Bi Peymana Lozanê re gelê me tenê ji hêla erdnîgarî ve nehat parçekirin; yekîtiya wan a neteweyî hat hedefgirtin, îradeya wan a siyasî hat desteserkirin, tevna wan a civakî hat parçekirin û polîtîkayên sîstematîk ên înkar û wêrankirinê xistin dewrê.

Di vê pêvajoya ku netewe-dewlet hatin avakirin de mafê gelê Kurd ê mafê çarenûsî tine hat hesibandin; Gelê me bi zorê di nav sînorên çar dewletên cuda de hat dabeşkirin.

Bi avakirina netewe-dewletan re li dijî azadi, xweser û hemû cudahiyan êrîşên topyekûn pêk hatin. Hişmendiya ”Yek welat, yek netewe" hat ferzkirin û armanckirin ku gelê Kurd bi polîtîkaya asîmîlasyonê re di qirkirineke kûr de bê derbaskirin.

Di pêvajoya Lozanê de hemû sozên ku ji gelê Kurd re hatibûn dayîn danîn aliyekê. Li şûna wê polîtîkayeke dewletê ya ku Kurdan tine dihesibîne, înkarkirin û tunekirinê esas girtin û xistin dewrê.

Dewletên dagirker ên ku hebûna gelê Kurd hedef girtin, di serî de zimanê Kurdî û her tiştê aîdî Kurdan kirin hedefa êrîşên xwe. Bi Destûra Bingehîn a 1924’an re pergala siyasî ya ku înkarkirin û tinekirina Kurdan esas girt, kirin sazûmanî. Li şûna sozên ku di hevdîtinên Lozanê de hatin dayîn, konsepta tinekirin û qirkirinê cih girt. Di vê pêvajoyê de Kurdistan bi dehan caran bi komkujî, dagirkerî û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê re rû bi rû hat hiştin.

Hewl dan ku rewşenbîr û dînamîkên civakî yên Kurd ê ku rastiya qirkirinê ferq kirin bi komployan, provakasyonan û komkujiyan biçewisînin. Lê tevî ku gelê Kurd bedelên giran dane jî, qet dev ji berxwedana li dijî van polîtîkayên qirkirinê berneda. Têkoşîna azadiyê ya ku ji sala 1925’an heta roja îro berdewam kiriye, heta ku gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe wê berdewam bike.

Peymana Lozanê fermîkirina navneteweyî ya înkar û qirkirina gelê Kurd e. Piştî vê peymanê, polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên sîstematîk li her çar perçeyên Kurdistanê bênavber berdewam kirin.

Lê hêza herî girîng a ku pêşî li temamkirina van planan girtiye, paradîgmaya çareseriya demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo yê ku bûye îradeya bi mîlyonan ve hatî pêşxistin e. Ramanên Rêber Apo hişt ku hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd pêş bikeve, berxwedana rêxistiniya gelê me xurt kiriye û bingeha yekîtiya neteweyî xurt kiriye.

Tevî van hemû şert û mercên dijwar jî gelê Kurd serî netewewand. Bi îradeya azadî, wekhevî û çarenûsa xwe diyar bike, zêdetirî sedsale berxwedana xwe bi biryardarî berdewam dike.

Îro di salvegera 103’yemîn a Peymana Lozanê de em careke din radigihînin ku: Em vê statuya ku li ser gelê me hatiye ferzkirin red dikin. Em ê bi xurtkitina yekîtiya neteweyî, mezinkirina îradeya siyasî û avakirina paşerojeke demokratîk re em ê têkoşîna xwe bilintir bikin.

Gelê Kurd ê ku bi têkoşîna hezaran şehîdan re xurtir bûye, 103 sal in li dijî Peymana Lozanê îradeyek xurt daniye holê û ev peymana ku îradeya gelê tine dihesibîne nas nake. Îro têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji bo Peymana Lozanê vala derxîne gihîştiye hêzeke dîrokî.

Wekî KCDK-E’yê em bang li gelê xwe dikin ku di salvegera 103’yan a Peymana Lozanê  ku qirkirina Kurdan da destpêkirin de roja Şemiyê saet 12:30’an de, bi rihê yekîtiya neteweyî beşdarî meşa girseyî ya ku dê li Lozanê were lidarxistin bibin û seferber bibin.”