Lavrov û Rubio li Fîlîpînan dicivin: Rojev Ûkrayna û Rojhilata Navîn e

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derve ya ASEAN de, wê roja pêncşemê li paytexta Fîlîpînan Manilayê bicivin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Manilayê daxuyanî da rojnamevanan û got, wê roja pêncşemê bi Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio re bicivin.

Lavrov got, “Ev hevdîtin wê di her şert û mercî de bi sûd be. Pirskirin û bersiv wergergirtin, her tim baştir e.”

Madeyên rojeva sereke ya hevdîtinê, wê şerê li Ûkraynayê û geşedanên li Rojhilata Navîn be.

Marco Rubio jî piştrast kir ku ew ê bi Lavrov re mijara Ûkraynayê binirxînin.

Li aliyê din Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku ew piştgiriyê dide êrîşên bi menzîla dirêj ên Ûkraynayê yên li ser binesaziya enerjiyê ya Rûs.