Şehîdên Ked û Demokrasiyê li Mexmûrê hatin bîranîn

Ji bo Şehîdên Ked û Demokrasiyê li Wargeha Mexmûrê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 11 Şehîdên Ked û Demokrasiyê yên bi navê; Abdulkadir Çelîk, Elî Uren, Segvan Gundikremo, Mehmûd Kabûl, Kerem Unver, Yasîn Kabûl, Emer Unver, Mîrza Şengul, Abdulmecît Kara, Enwer Yuksek û Huseyîn Kara ku di dem û cihên cûda şehîd bibûn, ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a wargehê ve hatin bibîranîn. Di di dîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Bîranîn li Komîteya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî wê li ser navê Meclîsa Gel Şoreş Didêrî axivî û di serî de di şexsên 11 şehîdan de hemu Şehîdên Tevgera Azadiyê bi rêz û minetdarî bibîr anî û got: “Em di serî de tevahî şehîdên xwe bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Şehîdên me rêya me ronîkirine. Em îro 11 Şehîdên Ked û Demokrasiyê li vir bibîr tînin. Ji bo me gelek girane. Ji ber ku em bi hemuyan re mane û me bi hev re kar daye meşandin. Her şehîdekî me kedek pîroz daye û em jî divê xwedî li wan kedan derbikevin. Rêxistina me rêxistinek ya şehîdane. Wargeha me jî wargehek ya şehîdane. Bi hezaran malbatên şehîdan hene li vir. Em ti caran keda şehîdên xwe ji bîr nakin. Parastina nirxên şehîdan erkê me yê serekeye. Gelek ji van şehîdan li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat xebat dane meşandin. Ji Gabarê bigire heta Qendîl, ji Rojava bigire heta hemu deverên Kurdistanê ked dan. Em bi rêz û minetdarî bibîrtînin.”

Piştî wê malbatên her 11 şehîdan xêrhatina gelê amadekirin û bi kurtî peyamên xwe dan, malbatan soza parastin û şopandina keda şehîdan dan.

Herî dawî li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Endamê Komîteyê Mamoste Hisên Kara 11 Şehîdên Ked û Demokrasiyê bibîr anî û ev peyam da: “Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Taybet jî em sersaxiyê ji Rêber Apo û Tevgera Azadiyê re dixwazin. Em divê rêya şehîdên xwe bişopînin. Em piraniya van şehîdan nas dikin û ji nêz ve keda wan dizanin. Her hevalek xwedî kesayetên bi nirxin. Ji bo wê em divê hertim xwedî li keda wan derbikevin. Van şehîdan rêya rumetê hilbijartine. Şehîd nirxên me yên herî pîrozin. Em bi keda şehîdên xwe gihiştine vê astê. Emê heta dawî li pey rêya şehîdên xwe biçin.”

Bîranîna 11 Şehîdên Ked û Demokrasiyê bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.