Ûkrayna û Rûsyayê bi fuze û dronan êrîşî hevdû kirin

Ji ber êrîşên hewayî yên Ûkraynayê li depoyên petrolê yên li herêma Stavropol a Rûsyayê, şewat derket. Heman şevê Rûsyayê jî bi 166 fuze û balafirên bêmirov êrîşî Ûkraynayê kir. Li Kîevê kesekî jiyana xwe ji dest da, 13 kes birîndar bûn.

Rayedarên Rûs ragihandin ku ji ber êrîşên balafirên bêmirov ên ku Ûkraynayê danê şevê pêk anîn, li gelek tesîsên petrolê yên li herêma Stavropol şewat derket.

Waliyê Stavropol Vladimir Vladimirov diyar kir ku li herêma sanayiyê ya Viazniki du şewat, li bakurê bajarê Stavropol jî şewatek derket. Hat ragihandin ku li herêmê rewşa awarte hate ragihandin. Hat diyarkirin ku di bûyerê de windahiya can çênebû.

Rêxistina medyaya Rûs ASTRA ya ku weke serbixwe tê zanîn, îdîa kir ku di nava tesîsên hatine hedefgirtin de depoyên Rosneft, Lukoil û hin şîrketên din ên petrolê hene.

LI DIJÎ KÎEVÊ ÊRÎŞÊN ZÊDE YÊN BI FUZE Û BALAFIRÊN BÊMIROV

Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê ragihand ku Rûsyayê tevahiya şevê li dijî welêt 41 êrîşên bi fuze û 125 balafirên bêmirov pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê, sîstema parastina hewayî ya Ûkraynayê 18 fuze û 108 balafirên bêmirov bêbandor kiriye.

Li Kîevê ji ber êrîşên Rûs, kesekî jiyana xwe ji dest da û 13 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li gelek qadên jiyanê yên bajêr, şewat derket.