Li Moskowê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li peytexta Federasyona Rûsyayê, Moskowê bi wesîleya 14 saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê civîneke hate lidarxistin.
Li peytexta Federasyona Rûsyayê, Moskowê bi wesîleya 14 saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê civîneke hate lidarxistin.
Civîn li Mala Kurdan a Moskowê bi beşdariya endamên civaka Kurd û kesayetiyên siyasî, hate lidarxistin. Civîn bi axaftina vekirinê ya rojnamevan Mûsa Allo destpê kir. Mûsa Allo girîngiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya di dîroka gelê Kurd de anî ziman û piştî wê mafê axaftinê da berpirsyarê PYD’ê ya Rûsyayê Abdûselam Alî.
Di axaftinan de behsa şert û mercên şoreşê, qonax û dîroka wê hate kirin. Her wiha bal hate kişandina ser destkeftiyên ku bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê di warên siyasî, civakî û rêxistinî de hatine bidestxistin û girîngiya parastina van destkeftiyan di şert û mercên îroyîn de anîn ziman.