ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Hevseroka HDK'ê Dîdem Yilmaz anî ziman ku ew bi beşên cuda yên civakî re li pêwîstiya aştiyê axivî ne û got, ji ber ku dewlet têkildarî pêvajoyê gavê neavêje civak baweriya xwe bi dewletê nîne.

Tenêbûna Êzidiyan, encama wê sîstema bêparastinê bû ku bi destê zagonan, biryarnameyan û bi destê bêdengiya cîhanê hatibû avakirin. Ev, rûyê rastî yê fermanê ye; rûyê ku bi salan di bin siya belgeyên fermî de hatiye veşartin.

Pirtûka nivîskar Medya Doz a bi navê ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ derket.  Nivîskar, di pirtûka xwe de balê dikşîne ser heqîqeta jiyana gerîlayên Azadiya Kurdistanê û li hember şerê taybet ên ku heqîqeta jiyana gerîla dinixumîne helwesta xwe diyar dike. 

Hevserokê YRA'yê Îdrîs Henan anî ziman ku beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Sûriyeyê sîstemeke medyayê ya li ser înkarê avakirî hebû û got, "Divê çapemeniya azad erk û berpirsyariyên xwe li gorî ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi cih bîne."