Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Îradeya siyasî ya civaka Êzidî nas bike

Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.

Meclîsa Gel a Şengalê têkildarî bûyerên dawî yên li herêmê, têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û rewşa dawî ya navçeyê daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî û dewleta Iraqê weşand. Meclîsê bal kişand ser xetereyên li ser civaka Êzidî û bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre. 

Daxuyanî wiha ye:

"Bûyerên li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewimin dibin sedem ku xeteriyên mezin li Iraqê rû bidin. Iraq ji gelek bawerî, ziman û gelan pêk tê. Dîrok nîşanî me dide ku eger fitne û fesadiyek ji hêzên derve tune be, gel, ziman û bawerî bi hev re, di nav aramî û aştiyê de dijîn. Lê dema guhdarîkirina hinek hêzên xêrnexwaz yên derve çêdibe, aramî û aştiya civak û dewleta Iraqê têk diçe û namîne. 

Mînaka herî berbiçav jî di sala 2014’an de bi derketina DAÎŞ’ê re wêranbûna Iraq û Rojhilata Navîn e. Wek tê zanîn, di wê demê de êş û trajediya herî mezin bi serê gelê me yê Êzidî ve hat, ku hîn jî birînên fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an derman nebûye. Hîn jî beşek mezin ji Şengalê wêran e û beşek ji civaka Êzidî di kampên penaberan de ne. Bi hezaran esîrên civakê hene ku aqûbeta wan ne diyar e, bêhejmar gorên komî li benda vekirinê ne.

Di demeke bi vî rengî taybet de, têkiliyên eşkere û veşartî yên navbera dewleta Iraqê û ya Tirkiyeyê û di encama wan de daxuyaniyên hatine dan, ji bo civaka Êzidî metirsî bi xwe re aniye. Dewleta Tirk wek dewamiya siyaseta Împaratoriya Osmanî dixwaze li Iraq û Rojhilata Navîn xwe bi bandor bike, siyaseta xwe bide meşandin û ferz bike. Di serdema Osmaniyan de bi dehan ferman li ser civaka Êzidî hatine, diyar e ku nêt û zextên dewleta Tirk jî dewamiya wê kevneşopiyê, yanî ferman, qirkirin û koçberiya li ser Êzidiyan e.

Di van rojan de ku em pêşwaziya salvegera 12’emîn a fermana herî dawî dikin, daxuyaniyên nebaş ji bo Şengalê û civaka Êzidî tên dayîn. Di daxuyaniyan de tê gotin ku wê artêşa Iraqê bikeve Şengalê, lê ji xwe artêş û hêzên ewlehiyê li ser erka xwe ne û wê pêk tînin. Pirsgirêk ew e ku Şengal bi tenê ji aliyê ewlehiyê ve tê nirxandin.

Gelê Şengalê bi xwe li hemberî fermanê rabûye, ewlehiya xwe pêk aniye, têkilî û siyaseta xwe daye rûniştandin. Di encamê de, di roja me ya îro de cihê herî bi aram ê Iraqê Şengal e. Diyar e ku rêyên çareseriya pirsgirêkan diyalog û muzakere ne.

Civaka Êzidî tiştekî cuda ji Iraqê naxwaze, mafên destûra bingehîn ku ji bo hemû pêkhateyan hatine dayîn dixwaze bi kar bîne.

Ji bo vê jî em bang li rayedarên dewleta Iraqê dikin ku îradeya siyasî ya civaka Êzidî nas bikin û bi rêbazên diyalog û muzakereyan rêya entegrasyona demokratîk vekin.

Her wisa jî  banga me ji bo hemû hêz, partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê ye ku piştgirî bidin daxwazên rewa yên civaka Êzidî û bi rola xwe ya erênî rabin."