2 çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûkê hatin girtin

Yekîneya Antî Terorê ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên DAÎŞ'ê girtiye û depoyeke çekan îmha kiriye.

Yekîneya Antî Terorê ya Iraqê ragihand ku li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî û di encama du operasyonên cuda de li Kerkûkê du çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Her wiha hate gotin ku di operasyoneke lêgerînê ya li heman parêzgehê de, depoyek çek û teqemeniyan dîtine ku di nav de hawan, muşek, narincok û fîşek hebûn. Hat ragihand ku hemû teqemenî ji aliyê tîmên taybet ve hatine pûçkirin.