BI DÎMEN

Li Luzernê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Di çalakiya bîranînê ya li bajarê Luzern ê Swîsreyê de, pêşengên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn.

Li bajarê Luzern ê Swsîreyê, di şexsê pêşengên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de, şehîdên meha Tîrmehê û yên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.

Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Kurd a Demokratîk a Luzernê ve hate lidarxistin, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre, Hevberdevkê komeleyê Ercan Guneş axivî û pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anî.

Li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Fatma Toren bal kişand ser zextên ku gelê Kurd di dema darbesya leşkerî ya 12’ê Îlonê de rû bi rû man û anî ziman ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di têkoşîna ziman û nasnameyê ya gelê Kurd de rolekî girîng lîstine. Fatma Toren bal kişand ser fedakariya ku Kemal Pîr ji bo gelê Kurd raber kir û wiha got, “Heval Kemal Laz bû, lê ji bo Kurdan canê xwe da, mafên me parast. Divê em jî xwedî li vê xeta berxwedanê derkevin.”

Kadrî Ozkan ê ku şahidî ji demê re kir, diyar kir ku biryardarî û wêrekiya berxwedêrên Zindana Amedê di têkoşîna azadiya Kurd de diyarker bû û wiha got, “Di wê demê de bi dehan kom hebûn, lê derketina PKK’ê wêrekiya herî mezin raber kir. Me wê demê fêm kir ku PKK partiya berxwedanê ye. Baweriya gel qezenc kir û heta îro xeta berxwedanê domand. Em hemû jî berxwedana vê tevgerê ya hem derve hem jî zindanê dît. Destê xwe dirêjî hemû mezlûman, kir, li gel gelê bindest bû.”

Ozkan di dawiya axaftina xwe de bîranînên xwe yên bi Kemal Pîr re parve kir.

Siyasetmedarê Kurd Siddik Batur ku di bîranînê de axivî, îşaret bi girîngiya dîrokî ya berxwedana 14’ê Tîrmehê kir û bilêv kir ku têkoşîna û têgihiştina jiyana komunal a îro, li ser mîrateya ku berxwedanê afirand mezin bû.

Çalakî piştî pêşandana sînevîzyona li ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 17’ê Tîrmehê, bi dirûşmeya, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.