Konferansa bajarê Wanê ya DEM Partiyê: EM ê mal bi mal, tax bi tax xwe bi rêxistin bikin

Hevserokê Bajarê Wanê yê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî li Konferansa Mezin a 5'emîn a Rêxistina Bajêr axivî û diyar kir ku wê ji bo avakirina civaka demokratîk têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin û ji bo gavên hiqûqî yên pêvajoyê bang kir.

DEM Partiyê beriya kongreya xwe ya giştî ya ku dê di meha Îlonê de bê lidarxistin, li herêman konferansan li dar dixe. Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di vê çerçovê de bi dirûşma “Ji bo komara demokratîk ber bi civaka azad û rêxistinkirî ve” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê konferansek li dar xist. Hevserokên DEM Partî û DBPê yên bajêr û navçeyên Wanê, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, aktivîstên TJAyê, endamên meclisan ên şaredariyên DEM Partiyê, Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û endam û rêveberên saziyên civakî tev li konferansê bûn.

Piştî hilbijartina dîwanê, ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyan xwe ji dest dane deqeyak rêz hate girtin.

Li ser navê dîvanê Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê Veysî Dîlekçî axaftina destpêkê kir. Veysî Dîlekçî qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê ya ku di sala 2015an de li Navenda Çandê ya Amarayê ji aliyê DAIŞê ve hatibû pêkanîn bi bîr anî.

Veysî Dîlekçî bi bîr xist ku pêvajoya Aştî Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêber Apo hatibû destpêkirin, dewam dike û wiha got: “Armanca vê pêvajoyê ew ê ku komareke demokratîk were avakirin. Ji bo ku her gel û her civak bi rengê xwe, nasnameya xwe bikaribe jiyana xwe bidomîne. Pergala kapîtalîst naxwaze ku gel xwe bi xwe, bi rê ve bibe. Lê armanca me jî ew ê ku em civakeke demokratî ku bikaribe xwe bi xwe bi rê ve bibe ava bikin. Ji bo vê jî em di nava xebatan de ne. Em di pêvajoyeke xwe ji nû ve rêxistinkirinê de ne. Berî Kongreya Giştî ya partiya me em jî civîn û konferansan pêk tînin û kêmasî û nebesiyên xwe nîqaş dikin.”

Dîlekçî dişyar kir ku divê civak mal bi mal, tax bi tax xwe bi rêxistin bike û got, "Divê em mal bi mal, tax bi tax kar bikin, xwe bi rêxistin bikin. Lewma gelekî kar dikeve ser milê siyaseta demokratîk."

Dilekçî da zanîn ku hebûna Kurdan û nasîna Kurdî yek ji qonaxên herî giring ên vê pêvajoyê ye û got: ‘Pêwîst e dewlet ji ber tiştên di rabirdûyê de hatine kirin lêborînê bixwaze û ji bo ku zû bi zû ji van şaşiyan vegere gavên hiqûqî biavêje. Birêz Ocalan bi salan e ji bo vê yekê têkoşînê dide û muzakereyê dike.”

Piştî axaftina Dîlekçî, konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.