Bîranîn bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Kurd a Kanadayê li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Kanadayê hate lidarxistin.
Wêneyên pêşengên berxwedana 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, Alî Haydar Kaytan, Sakîne Cansiz (Sara) û Rêber Apo li salonê hate daliqandin.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Piştre Hevserokê NCDK'ê Kadrî Ertûgrûl axivî û anî ziman ku berxwedana 14'ê Tîrmehê îradeyeke gel bû ku li Zindana Amedê rûmeta mirovahiyê parast.
Di çalakiyê de her wiha hate ragihandin ku Şoreşa Rojava encameke ji danheviya civakî û îdeolojîk a salên dûr û dirêj e.
Ertûgrûl got, "Şoreşa Rojava hêviyeke nû ji mirovahiyê re hişt ku bi pêşengiya jin û ciwanan pêk hat û li dijî paşverûtî, faşîzm û barbariyê bû keleheke berxwedanê."
Çalakiyê bi banga dilsoziya bi armancên şehîdan û mezinkirina têkoşîna azadiyê bi dawî bû.