Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê: Rojava encama yekîtiya gelê Kurd e

Rewşenbîr û çalakvanên ji Başûrê Kurdistanê di salvegera 14’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de destnîşan kirin ku Kurd tenê bi yekitiyê û projeyên hevpar dikarin destkeftiyan biparêzin û gotin, “Rojavayê Kurdistanê piştrast kir ku encama yekitiya gelê Kurde.”

Di salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmehê de gelek rewşenbîr û çalakvanên siyasî yên ji bîr û baweriyên cuda, her wiha kesayetên olî serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kirin û peyamên pîrozbahiyê dan.

Mamostayê ayînî Şêrzad Şêx Hesen di serdanê de axivî û daxwaz kir ku Kurd bibin yek û got: “Hemû berjewendiyên taybet bidin aliyekê tenê berjewendiyên gelê Kurd derxin pêş. Hemû bi yek deng, yek helwest û yek hêz ji bo berjewendiyên Kurdistana mezin kar bikin.”

Şêrzad Şêx Hesen anî ziman ku bi salane zilim û zordarî li gelê Kurd tê kirin û wiha pêde çû: “Xudayê Dilovan di Qurana pîroz de aniye ziman ku ‘Guherîn li ti neteweyan nayê kirin, na eger ewe gel bi xwe guherînan di xwe de çêbike.’ Daxwaza min ewe em ji bo gelê xwe, xwe biguherîn. Pêwîstiya gelê Kurd bi yekrêziyê heye. Daxwaza serketinê ji bo Şoreşa Rojava dixwazin û vê roja dîrokî pîroz dikim.

Parlementerê berê yê Iraqê û çadêrê siyasî Serdar Ebdullah pîrozbahî li Şoreşa Rojava da û got: “Rewşa Rojava ji parçeyên din cuda ye. Zindîbûna Rojava tê wateya zindîbûna Kurdan û qet Kurd namirin. Li aliyê din rewşa Kurdan li gel dagirkeran pir zehmete, dixwazin mafê wan bên binpêkirin. Li gel van jî Kurd ji bo mafê xwe bidest bixin tim di nava têkoşînê de ne. Rojavayê Kurdistanê piştrast kiriye ku dikare bibe sedemê yekitiya gelê Kurd.”

Serdar Ebdullah bal kişand ser xeteriyên li hemû beşên Kurdistanê û wiha domand: “Niha destkeftiyên Kurdistanê li hemû beşan di xeteriyê de ye. Ev yek hemû aliyan dixe jêr berpirsyariyê ku bi hev re kar bikin. Nakokiyan bidin aliyekê, pilan û projeyên hevpar ji bo nifşên nû çêbikin.”