PJAK: Şoreşa Rojava mînaka jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan e

PJAK'ê got, "Parastina destketiyên Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û xurtkirina xwerêveberiya demokratîk berpirsyariyeke dîrokî ye."

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya salvegera 14'emîn a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya PJAK'ê bi vî rengî ye:

"Îro 14’emîn salvegera serketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Şoreşek ku di sala 2012’an de bi vîn û fedekariya gelê Kurd û piştgiriya gelên din ên li Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê bingehê statûyek demokratîk, yeksanxwaz û pirnetewe di nava dilê Rojhilata Navîn a tije şer û alozî de ava kir. Wek Meclîsa PJAK’ê tevî pîrozkirina bîranîna hemû şehîdên rêya azadiyê, bi taybetî qehremanên berxwedana Kobanê û serdanandina ji bo ruhê teslîmnebûyî yê jin û mêrên azad, radigihîne. Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe ji bo tevayî neteweyên herêmê ku li pey demokrasî, dadperwerî û hevrejiyana aştiyane de digerin.

Sedema sereke ya serketina vê şoreşê, berî her tiştî cewherê wê yê demokratîk û giştgir bû ku li ser bingeha xwebirêvebiriya demokratîk a gel, azadiya jinan û beşdariya hemû neteweyan ava bû. Yekîtiya dîrokî ya Kurd a di rûbirûbûna dijminên hevpar de jî roleke diyarker lîst. Bêyî vê yekîtî û piştgiriyê, bidestxistina serketinê nepêkan bû. Fedekariya bêhempa ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi wêrekî û fedakirina canê xwe di beramberî şerê DAÎŞ'ê û hêzên rejîma Baas de sekinîn, yek ji sedemên din ên sereke yên serketinê bû. Bi dehan hezar şehîdên hêja ew bac bû ku ji bo vê şoreşê hat dayîn da ku Rojava bibe sembola berxwedan û azadiyê ku di taritiya cîhanê de bibiriqe.

Şoreşa Rojava bi fermî naskirina mafên jinan û pêşengtiya jinan a li eniyên pêş yên xebat û rêveberina civakê de, li herêmê serdemek nû ya dîrokê vekir. Amadebûna çalak û wekhev a jinan a di siyaseta demokratîk, xweseriya herêmî, hêzên parastinê û hemû qadên jiyanê de, ne tenê destketiyeke mezin bû ji bo Kurdistanê, di heman demê de bû semboleke mezin û hêvîbexş ji bo hemû jinên azadîxwazên cîhanê. Jinên Rojava bi dirûşma 'Jin, Jiyan Azadî' nîşan dan ku azadiya rastîn bê azadiya jinê ne gengaz e.

Şervanên Rojava di eniyên pêş ên şerê qehremanane yên li dijî terorîzma DAÎŞ'ê û bermahiyên rejîma Baas a Sûriyeyê de cih girtin û bi xwîna xwe parastina nirxên mirovahiyê kirin. Di demekê de ku piraniya hêzên cîhanî tenê temaşevan bûn, şervanên fedaî bi piştgiriya gel, DAÎŞ li Kobanê û cihên din têk birin û ewlehiya hezaran kesên sivîl pêk anîn. Ev şoreş wek yek ji ezmûnên herî girîng ên demokratîk, piştî êriş û pîlangeriyên sala bihurî ku encama rêkeftina hegemoniya cîhanî û herêmî ya li dijî gelên bindest bû, rûbirûyî metirsiya tunebûnê hat kirin, lê bi saya xebata gelê me hîna li ser lingan maye.

Îro hinek welatên herêmê bi siyaseta şerxwazî, dagirkerî û piştgirîkirina komên tundrew, bûne sedema sereke ya bêîstîqrariya li Sûriyeyê û li dijî îradeya pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî Kurd û gelên din ên hevpeyman kar dikin. Ev siyaset ne tenê aştiyê paşxistiye, heta agirê şer û duberiyê jî li herêmê geştir kiriye.

Desthilata nû ya Sûriyeyê jî li şûna ku dersê ji rabirdûyê wergire û gavan ber bi sîstemeke demokratîk a giştgîr ve bavêje, hîn jî rêya zilm û înkarkirina mafên neteweyan girtiye ber xwe. Mafê Kurdan, Dûrziyan, Elewiyan, Asûriyan û komên din bi şêwazekî sîstematîk tê binpêkirin. Ev siyaseta zilmkar, Sûriyeyê ber bi qonaxeke metirsîdar, nediyar û aloz ve dibe. Qeyranên kûr ên îro yên Sûriyeyê, nerewayî û nedadperweriya wan di berdewamiya zilma neteweyî, neheqî û nenasîna pirneteweyiya vî welatî de ne.

Tenê rêya rizgariya Sûriyeyê piştî salên dirêj ji şer û malwêraniya mirovî, bi fermî nasîna mafên hemû pêkhateyên civakê û derbaskirina hişmendiya înkarker û qirker e.

Meclîsa PJAK’ê li gel pîrozkirina 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava destnîşan dike ku çareseriya herdemî ji bo Sûriyeyê, tenê bi rêya bi fermî nasîna mafên hemû pêkhateyan û qebûlkirina modela xwerêveberiya demokratîk pêkan e. Rojavayê Kurdistanê bi ezmûna xwe ya serketî ya di rêveberiya xwecihî, wekhevî û parastinê de li beramberî terorîzmê, wek giringtirîn modela demokratîk li herêmê maye.

Di dawiyê de daxwazê ji hemû Kurdan û hêzên azadîxwaz dikin ku ji bo piştgirîkirina Rojava zêdetir ji her demê yekgirtî, hevbeş û hişyar bin. Parastina destkeftiyên şoreşa 19’yê Tîrmehê û bihêzkirina xwerêveberiya demokratîk, erkek dîrokî ya ser milê me ye. Ji ber ku ji hêviya herî giring ya ji bo pêkanîna demokrasiyê ye. Tenê bi yekîtî û pabendbûna bi nirxên şoreşa azadî, wekhevî û berxwedanê, em dikarin li beramberî hemû gefan rawestin û pêşerojeke ronî ji bo nifşên bê ava bikin."