PAK: Di êrişan de 8 pêşmerge birîndar bûn

PAK'ê ragihand ku li hemberî baregeha wan a li nêzî kampa Dareşekranê êriş hate kirin û di encamê de 8 pêşmerge birîndar bûn.

Bi dema herêmî saet di 02:00 de bi droneyan êriş li baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) a li nêzî kampa Dareşekranê ya li Hewlêrê hate kirin.

Li gorî agahiyên ku PAK’ê parve kirine, di encama êrişê de 8 pêşmergeyên wan birîndar bûne.

Li gorî rayedarên PAK’ê, ev ne cara yekem e ew dibin hedefa êrişên Îranê, beriya niha jî di encama êrişên Îranê de 2 pêşmergeyên wan jiyana xwe ji dest dan û 26 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Ji 28’ê Sibata 2026’an heta 19’ê Tîrmehê nêzî 960 caran bi drone û fuzeyan êrişî ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Di encama êrişan de 28 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyeyê û efserekî Fransî jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha nêzî 150 pêşmerge û welatî jî birîndar bûn.