Li Maliyê kemîn li ber konvoya artêşê hate danîn: Herî kêm 50 leşker mirin

Li dijî konvoya artêşa ku ji bajarê Anefîs ê li bakurê Maliyê diçû, êrîş hate kirin û herî kêm 50 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 24 leşker jî dîl hatin girtin. Eniya Rizgariya Azavad (FLA) û JNIM a girêdayî El Qaîdeyê, êrîş girtin ser xwe.

Li gorî nûçeya AFP’ê ya spartî çavkaniyên leşkerî û herêmî, konvoyeke artêşa Malî dema ji bajarê Anefîs diçû Gaoyê ket kemîna komên çekdar.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di êrîşê de zêdeyî 50 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 24 leşker jî dîl hatin girtin.

Koma Piştgiriya ji bo Îslam û Misilmanan a girêdayî El Qaîde (JNIM) û Eniya Rizgariya Azavad (FLA) êrîş girtin ser xwe.

Çavkaniyên herêmî û leşkerî yên ji AFP’ê re axivîn, îdîa kirin ku di dema êrîşê de di navbera artêşa Malî û hêzên paramîlîter ên Rûs de pirsgirêka koordînasyonê qewimiye.

Li gorî çavkaniyan, yekîneyên Rûs li pêşiya konvoyê gihişte Gaoyê û windahî nedan. Windahiyên can di nava artêşa Malî û milîsên wê de çêbûn.

Malî ji sala 2012'an û vir ve ji ber êrişên komên çekdar ên ser bi El Qaîde û DAÎŞ'ê di nava krîzeke giran a ewlekariyê de ye.