HKN Energy karên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê sekinand

Şîrketa HKN Energy a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber êriş û şerê li herêmê karên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê sekinand.

Şîrketa HKN Energy ku navenda wê ya sereke li eyaleta Texas a DYE'yê ye, biryar da ku hemû karên xwe yên hilberînê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê rawestîne.

Ev gava şîrketê di demekê de ye ku berê li Washingtonê li gel şîrketên din ên weke Chevron, ConocoPhillips û Halliburton, peymaneke nû di sektora enerjiyê ya Iraqê de bi buhayê zêdetirî 60 milyar dolarî îmze kiribû.

Şîrketa HKN weke yek ji mezintirîn hilberînerên biyanî di sektora taybet a Iraqê de, li Herêma Kurdistanê xwedîtiyê û pêşengtiya gelek bîrên petrolê dike.

Ji ber ne aramiya rewşa ewlehiyê ya herêmê û gefa şerê leşkerî, şîrket neçar ma ku ji bo parastina berjewendî û karmendên xwe, hemû karê xwe yên petrolê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê rawestîne.