Dîwana Edaletê ya YE’yê qanûna efûyê ya ji bo Katalanan pejirand
Dîwana Edaletê ya Yekitiya Ewropayê (ABAD), biryar da ku qanûna efûyê ya ku di sala 2024’an de li Spanyayê ji bo serxwebûnxwazên Katalan hatibû derxistin, li dijî hiqûqa YE’yê nîne.
Dîwana Edaletê ya Yekitiya Ewropayê (ABAD), biryar da ku qanûna efûyê ya ku di sala 2024’an de li Spanyayê ji bo serxwebûnxwazên Katalan hatibû derxistin, li dijî hiqûqa YE’yê nîne.
Dadgehê diyar kir ku armanca vê qanûnê "kêmkirina rageşiya siyasî û hêsankirina pêvajoya lihevhatinê ye."
PUIGDEMONT DI NAVENDA LIHEVKIRINÊ DE BÛ
Qanûna efûyê piştî ku Serokwezîr Pedro Sánchez ji bo avakirina hikûmetê piştgiriya partiya Junts a serokê Katalan Carles Puigdemont girt, ketibû rojevê.
Puigdemont, ku surgunê Belçîkayê bibû ji ber rola xwe ya di hewldana serxwebûnê ya sala 2017’an de, ji sala 2018’an vir ve li Spanyayê tê darizandin.
BIRYARA GIRTINÊ BERDEWAM DIKE
Dîwana Edaletê ya YE’yê, her wiha biryar da ku qanûna efûyê zirarê nade berjewendiyên aborî yên Yekitiya Ewropayê.
Lê belê, Dadgeha Bilind a Spanyayê tawanbariya "bikaranîna xirab a çavkaniyên giştî" ya li ser Puigdemont nexist nav sînorê efûyê; ji ber vê yekê biryara girtina wî berdewam dike.
Heta niha nêzî 400 kesî sûdê ji vê qanûna efûyê girtiye. Biryara dawî ya li ser Puigdemont dê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ve bê dayîn.