Li Enqereyê polîsan êrîşê çalakiya mamosteyan kir: Herî kêm 40 kes hatin binçavkirin

Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet û mamosteyên ku ji ber mûlakatan mexdûr bûne li pêşiya Wezareta Xezîne û Darayiyê çalakî lidar xistin. Polîsan mudaxeleya çalakiyê kir û di encamê de, herî kêm 40 kes hatin binçavkirin.

Mamosteyên ji Sendîkaya Sektora Taybet û mamosteyên ku di mûlakatan de mexdûr bûne, ji bo mafên xwe yên aborî û kesane li ber Wezareta Xezîne û Darayiyê daxuyanî dan.

Piştî daxuyaniyê, mamosteyan xwest ku ber bi Wezareta Perwerdeyê ve bimeşin lê polîsan rê neda wan. Polîsan bi mertalan pêşiya wan girt û mudaxaleyî komê kir.

Hat diyarkirin ku, di dema mudaxaleyê de polîsan li mamosteyan xistine û ne hêştine ku rojnamevan dîmen bikişînin.

Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, herî kêm 40 mamoste hatin binçavkirin. Sendîkayê, ragihand ku Serokê Giştî, endamên rêveberiyê û nûnerên wan jî di nav kesên binçavkirî de ne.

Sendîkayê, got ku wan berê daxwazên xwe gihandine saziyan lê her carê bersiva "Budçe nîne" girtine. Sendîkayê, bi bîr xist ku ji bo çareseriyê Wezareta Xezîne û Darayiyê wekî navnîşan nîşanî wan dane û got: "Ger navnîşan li vir e, nexwe îro em li ber deriyê we ne."