Haluk Levent û 13 kes hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Komeleya Ahbapê de, 14 kesên ku di nav wan de Haluk Levent û parêzer Ece Guner jî hene, hatin girtin.

Di lêpirsîna li ser Komeleya Ahbapê de, 14 kesên ku Haluk Levent û parêzer Ece Guner jî di nav de bûn, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê, dozger daxwaza girtina 19 kesan kir û ew şandin dadgehê. Dozger ji bo 5 kesan daxwaza kontrola edlî û ji bo kesekî jî daxwaza girtina nav malê kir.

Dadgehê biryara girtina 14 kesan da û kesên din jî bi şerta kontrola edlî serbest berdan.

14 kesên hatine girtin bi sûcên wekî "avakirina rêxistinê bi armanca kirina sûc", "paqijkirina mal û milkên ji sûc hatine destxistin", "muxalefeta li dijî qanûna prosedûra bacê" û "muxalefeta li dijî qanûna komeleyan" tên tawanbarkirin.