Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Organa medyayê ya ser bi dadgeriya Îranê ragihandin ku Mihemed Emînî Dîhaqanî yê ku ji ber tevlîbûna li çalakiyan hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birin, cezayê wî bi cih hatiye anîn.
Organa medyayê ya ser bi dadgeriya Îranê ragihandin ku Mihemed Emînî Dîhaqanî yê ku ji ber tevlîbûna li çalakiyan hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birin, cezayê wî bi cih hatiye anîn.
Li gorî medyaya ser bi deshilata dadwerî ya rejîma Îranê, Mihemed Emînî Dîhaqanî ku yek ji xwepêşanderên nerazîbûnên vê dawiyê yên gelên Îranê bû, hatiye darvekirin.
Li gorî çavkaniyê cezayê darvekirinê bi hêceta ku Mihemed Emînî Dîhaqanî agir berdaye avahiya qeymeqamtiyê hatibû dayîn û îro hatiye bicihanîn.